Li 3 eniyan şer giran e
Li eniyên Raco, Cindirêsê û Şera yên Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk de şereke dijwar diqewime. Li Şerayê 2 BMB hate rûxandin û 16 dagirker hatin kuştin.
Li eniyên Raco, Cindirêsê û Şera yên Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk de şereke dijwar diqewime. Li Şerayê 2 BMB hate rûxandin û 16 dagirker hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker şevê din navçeyên Cindirêsê, Racoyê bombeberan kir. Di êrîşan de gundên Baflone, Xirabê Şera, Çema, Sînka, Eskerê Kercenê hatin hedef kirin.
Diyar bû êrîşên hewayî yên li dijî navçeya Şerayê bi dijwarî didome.
Dîsan hate ragihandin ku şerê li derdora navenda navçeya Cindirêsê jî bi dijwarî didome.
Li gundên Maseka yê Racoyê jî dinavbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer giran e.
Hate ragihandin di şerê li gundên Baflone û Çema yên navçeya Şera yê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa dagirker, didome de 16 çete û leşker hatine kuştin û gelek birîndar hene. Li aliyê din şervanan 2 BMB yên dagirkeran jî rûxandin.