Kurdên ku ji Başûr û Bakur seferber bûn: Rojava dilê me ye
Kurdên Başûr û Bakurê Kurdistanê yên ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojava tevlî seferberiyê bûn û gihîştin Rojava wiha gotin, “Rojava dilê me ye, em nikarin bêyî dilê xwe bijîn.”
Kurdên Başûr û Bakurê Kurdistanê yên ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojava tevlî seferberiyê bûn û gihîştin Rojava wiha gotin, “Rojava dilê me ye, em nikarin bêyî dilê xwe bijîn.”
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ciwan û çalakvanên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê yên tev li seferberiya giştî bûne pêşwazî kir.
Girêdayî mijarê, seferber Hogir Qendîlê ê ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê got "Ew ji bo parastina rûmeta Kurdî hatiye vir û tev li seferberiyê bûye. Em ji bo parastina mafên gelê Kurd tev li berxwedana Rojava bûne."
Welatiyê ji Bakurê Kurdistanê yê tev li seferberiyê bûye û gihîştiye Rojava, got ew û birayê xwe tev li seferberiyê bûne û diyar kir ku "Ev biryar ne birayrekî hestiyarî ye, lê erkekî neteweyî û exlaqî yê parastina xakê ye. Divê her Kurdek berê xwe bide Rojava, xaka pîroz. Ger Rojava ket, Kurdistanê jî dikeve. Em gelekî hêsan nîn in."
Welatiyekî din jî yê ji Silêmaniyê da zanîn ku ."Ez hatime ji bo parastina dilê xwe bikim, Rojava dil e. Mirov nikare bê dil bijî."
Welatiyekî din jî yê ji Bakurê Kurdistanê anî ziman ku gelê Kurd di qirkirinê re derbas dibe û got: "Em ji bo rizgarkirina gelê xwe û parastina Rojava hatine. Rojava, xeta me ya yekemîn a parastina tevahî Kurdan e."