Koçberên ji Dêra Zorê direvin xwe dispêrin QSD’ê
Nêzî hezar koçberên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê ji Dêra Zorê direvin, gihiştin herêmên bi ewle yên di bin parastina şervanên QSD’ê de.
Nêzî hezar koçberên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê ji Dêra Zorê direvin, gihiştin herêmên bi ewle yên di bin parastina şervanên QSD’ê de.
Zêdetirî hezar koçberên ji Dêra Zorê ku di nav de birîndar jî hebûn, ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê û bomebarana balafirên Rûsiyê û rêjîma Sûriyê koçber bûn, xwe spartin herêmên di bin parastina hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)de.
Şervanên QSD’ê pêşwaziya koçberan kir, her wiha Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û Heyva Sor a Kurd ji bo xizmetê bike, ket tevgerê.
Koçberan daxwaz ji hêzên Sûriyeye Demokratîk kir di zûtirîn demê de ber bi bajarê Dêra Zorê ve biçe û sivîlan rizgar bike. Koçberan destnîşan kirin ku balafirên Rûsya û rêjîmê bê serûber bombebaran dikin. Koçberan her wiha bal kişandin ku çeteyên DAIŞ‘ê rê nadin sivîlan ji bajêr derkevin û gotin ku çete ji bo parastina xwe bikin, sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin.