BI DÎMEN

Gelê Kobanê şervanên xwe bi serbilindî pêşwazî kir

Gelê Kobanê, şervanên xwe yên parastina Girtîgeha Eqtanê ya Reqayê dikirin û bi biryara QSD'ê vekişiyan, li navenda bajêr bi kêfxweşî û sebilindî pêşwazî kir.

Şervanên QSD, YPG û YPJ'ê yên ku Girtîgeha Eqtanê ya Reqayê diparastin, ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî bûn, bi biryara QSD'ê re vekişiyan cihên ewle.

Şervan gihîştin bajarê Kobanê û ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.

Girseya gel li navenda bajêr li Qada Jin a Azad şervanên xwe pêşwazî kir.

Şervanên QSD, YPG û YPJ'ê ji 18'ê Çileyê û vir ve li hemberî êrişên giran ên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk li girtîgeha Eqtanê li ber xwe didan û nedihiştin çeteyên DAÎŞ'ê birevin.

QSD'ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî şervanên wan ên li Girtîgeha Eqtanê derbasî qadeke ewle bûne.