Gelê Kantona Cizîrê û hêzên Asayîşê taxên xwe diparêzin
Li bajarên Kantona Cizîrê, bi hemdemî hêzên leşkerî û ewlehiyê têne bicîhkirin, gel jî taxên xwe diparêze.
Li bajarên Kantona Cizîrê, bi hemdemî hêzên leşkerî û ewlehiyê têne bicîhkirin, gel jî taxên xwe diparêze.
Li bajarên Kantona Cizîrê gel di rewşa seferberiyê de ye, gel bi hêzên Asayîşê re parastina taxan pêk tîne.
Gel, hêzên asayîşê, yekîneyên ewlehiyê û Hêzên Xweparastinê, ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê, li kolanên sereke û kolanên navber devriyeyan davêjin.
Nobetdaran diyar kir ku armanca van devriyeyan parastina tax û gel e; şopandina tevgerên gumanbar an jî gefên muhtemel ên ku ji çeteyên HTŞ û hucreyên DAÎŞ’ê têne.