Gelê Helebê ji bo azadiya Ocalan meşiya

Welatiyên  bajarê Helebê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin kolanan.

Bi hezaran welatiyên bajarê Helebê yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryan, her wiha şervanên YPG, YPJ, HPC′ê, Hêzên Asayîşê û Endamên Saziyên Sivîl û Xizmetê yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, beşdarî meşa azadiyê bûn û komploya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ′ê hildan û soza domandina têkoşînê heta azadiya Ocalan, nû kirin.

Meş ji pêşiya hola civînan a dikeve rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada Şehîdan a li rojhilatê taxê rawestiya. Li wir deqeyek rêz hat girtin, piştre Endama Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM′ê Nêrgiz Bekir, Endama Rêveberiya Kongreya Star Sîham Bîlal, Hevseroka MSD-Heleb Fehîme Hemo û Endamê Rêveberiya YCR′ê Ednan Hesen axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya serhildana gelê Kurd li hember siyasetên dewleta Tirk a faşîst ên li hember Rêbertiyê û da zanîn ku dewleta Tirk bi riya tecrîda li ser Ocalan hewl dide gelê Kurd qir bike û hemû gelên azadîxwaz bêdeng bike.

Di berdewama axaftinan de soza domandina têkoşînê ji bo azadiya Ocalan hat dayîn û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bila zextan li ser dewleta Tirk bikin da ku Ocalan azad bibe.

Meş bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.