Gelê Dêra Zorê dewleta Tirk protesto kir

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku li ser Eyn Îsayê dike, li Dêra Zorê bi meşekê hate protestokirin.

Bi sedan kesên li Dêra Zor û gundên wê li bajaroka Ebû Hema ya li rojhilatê bajêr hatin ba hev.

Çalakger bi pankartên ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re’ û ‘Gelê Dêra Zorê bi gelê Eyn Îsayê re ye’ êrîşên demên dawîn protesto kirin.

Çalakgeran dirûşmên ‘Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê qebûl nakin’ û ‘Em heta dawiyê bi gelê Eyn Îsayê re ne’ berz kirin.