‘Erdogan qetlîam û têkçûna xwe bi derewan vedişêre’

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd tawanbariyên ku qaşo wan gaza klorê bi kar anîne, pûç derxist û diyar kir ku Erdogan qetlîamên ku kiriye û têkçûna xwe bi derewan vedişêre.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û tawanbariyên ku qaşo wan gaza klorê bi kar anîne, pûç derxist. Mehmûd di axaftina xwe de got ku “Artêşa dagirker heta niha nikare li hemberî berxwedana şervanan û welatiyên herêma Efrînê pêş ve were û ji ber vê yekê hewl dide bi keysbaziyan têkçûna xwe veşêre.”

Mehmûd diyar kir ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê di van rojên dawî de derbên giran li leşkerên Tirk û komên terorîst dane û got ku: “Êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê li dijî pêkhateya Kurd e, lê belê hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike armanc.”

Girêdayî îdîayên ku şervanên YPG’ê gaza kilor bi kar anîne Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di axaftina xwe de wiha got: “Tevî hemû ziyanên bi leşkerên Tirk û komên terorîst bûne, dîsa jî serokê dewleta dagirker Erdogan derewan dike û armanca wî ji van derewan ew ku çavên cîhanê ji têkçûna wî bigire. Her wiha hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Erdogan îdîa dikin ku şervanên YPG’ê bajarên sivîlan ên Tirkiyeyê armanc girtine, lê evan îdîayên wan dûrî rastiyê ne û sedema wê ew e ku çeteyên girêdayî wan derbên giran ji şervanên YPG’ê û YPJ’ê xwarine.”

Mehmûd axaftina xwe wiha domand: “Armanca artêşa dagirker ji van îdîayan ew e ku komkujiyên li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê veşêrin.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji destpêka êrîşên xwe li dijî herêma Efrînê îdîa dike ku ew pêş ve diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan û çeteyên girêdayî wî kuştina welatiyên sivîl û zarokan û pêkanîna komkujiyan weke serkeftinekê ji xwe re bi nav dikin.”