Artêşa Tirk a dagirker, leşkerên wê, çeteyên wê yên EL Qaîde bi sedan balafir, tang û topên xwe êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Li Efrînê ku Kurd, Ereb, Ermen gelek entîsîte, komên baweriyê Sinnî, Elewî, Êzîdî û Xiristiyan bi hev re dijîn, ji 2014’an ve bi Reveberiya Xweseriya Demokratîk, ji 2016’an ve bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê xwedî jiyaneke wiha ya rengîn bûn ku her kesî dikarîbû xwe vebêje, çand û baweriya xwe bijî û xwe bi rê ve bibe. Ji Tebaxa 2017’an heta bi Cotmehê yek ji gelê Efrînê ku me karî çavdêrî lê bikin Elewiyên Mabetayê bûn.
JI ZILMA OSMANÎ REVIYABÛN
Dîroka Elewiyên Mabetayê bi komkujiyan tije ye. Piranî ji Elewiyên Meraş û Semsûrê ne ku 1516’an bi şerê Mercîbadikê yê Osmaniyan ku ketibûn Sûriyê ji zilma Osmaniyan reviyabûn. Lê piştî ku Osmanî hatibûn herêmê komkujî li ser Elewiyên Efrînê kiribûn. Dîsa piştî Komkujiya Dersimê Elewiyên Dersimê koçî Efrînê kirine. Di êrîşên dagirker ên Tirk de heftiya bihurî malbateke ji qirkirina Dersimê filîtîbû hate tinekirin. Îlona bihurî dema ku me ziyaret kirin, her çendî topên dewleta Tirk bi ser wan de dibariyan jî, me kelecaniya Mabetayê yên di hilbijartina komunan de dîtibûn, me seriyeke dabû Navenda Elewiyên Mabetayêû Dede Yagmûr Pîr Comert. Lê îro Mabeta weke navçeyên dî yên Efrînê bi zar û zêçên xwe li ber mirin, dagirkirin, hilweşandinê ye.
‘GEL LI HEV KIRIN DIJMIN’
2015’an dema ku me seriyek dabû Pîr Comert gotibûn li dijî dagirkeriyê ew ê çawa li ber xwe bidin. Pîr li gelek deverên Efrînê ziyaretên Elewiyan hene û wiha bi nav de çû: ‘’Gelek Elewî ji zilma Osmanî reviyabûn û hatibûn van xakan. Niha li van gundên Sinnî jî, li xaka Sevrîn Dede, Xelîl Dede, Comert Dede, Brahîm Dede û hwd. piranî Elewî dijiyan. Em Elewî û birayên me yên Êzîdî me gelek komkujî dîtin. Di dema Osmanî de bi îslama siyasî gel û dîn li hev kirin dijmin. Niha jî wiha dikin. Me dîsa jî ji bo ku em ramana Elewiyan, felsefe û heqîqeta wan temsîl bikin me Navenda Elewiyên Mabetê ava kir. Pêrşeman mirovên me têne vir û îbadeta xwe dikin. Pîr hazir dibe û piştre jî zakîr tên.’’
‘LI EFRÎNÊ BI HEV RE ME XWEŞIKÎ Û MIROVÎ AVA KIR’
Pîr Comert wiha got bê ka ew li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê çawa bi hev re dijin: ‘’Êdî wekê berê mirovên Elewî xwe vanaşêrin. Êdî mirovên Elewî raman, îbadet û felsefeya xwe ji yên dî re dibêjin. Ango îro her kes bi ziman, çand û zimanê xwe dikare îbadeta xwe bike, ti zext tine. Me hemûyan bi hev re li Efrînê bi rameneke azad, bi hezkirinê, me xweşikî û mirovahî ava kir.’’
Hevseroka Komûna Şehîd Şiyar Mewlûda jî, ku ev komun li navçeya Mabeta komuna 5’an a Elewiyan e, got, ‘’Me ji zûde komunên xwe ava kirine. Bi komunan me gelek arîşeyên xwe çareser kirin. Me hilbijartin kir û hevalekî me bû hevserok. Ev komun ji bo xizmetên e. Bi komunan em ê ji gel re xizmetê bikin. Em ê karê heyî bikn û arîşeyan çareser bikin. Gundê me yê Elewiyan e. Em ê ji bo silametî û civatê xizmeta gelê xwe bikin.’’
PÎR COMET: HETA BI DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM Ê LI BER XWE BIDIN
Tîno Zagors ku bi hev re me di wê pêvajoyê de Elewiyên Mabatayê şopand, li Efrînê ku êrîşên dagirker li ser hene bi Pîr Comert re axivî. Comert diya kir ku Elewiyên ku di dema Osmanî de komkujî li wan hatî kirin, niha jî komkujî li ser neviyên wan têne kirin û got heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê li ber xwe bidin. Comert got: ‘’Em Elewî divê ji bîr nekin ku dewleta Tirk li Dersimê 80 hezar Elewî kuştin, sirgûn kirin. Divê em ji bîr nekin ku dewleta Tirk li Meraş, Sêwazê çi bi Eleiwyan kir. Niha jî li Efrînê bombeyan bi ser me de dibarînin, gel dikujin, wan bê cih û war dikin. Bombeyan davêjin îbadetgehên me. Em Elewî divê em li gel û dînê xwe xwedî derkevin. Em hazir in ku hem Efrînê û hem Mabetayê biparêzin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li dijî dagirkeriyê rawestin û gelê xwe biparêzin. Em rêya xwe bernadin. Rêya me rêya heqî, mirovahiyê û dirûstiyê ye. Em ê destûr nedin ku wê dîroka gemarî careke dî li ser gelê me ferz bikin. Bila Xwedê serkeftinê bi dest gelê me ve bîne. Bila hêz û şûra Hz. Elî bide gelê Efrînê û xaka Efrînê.’’