Di êrîşa koalîsyonê de 100 leşkerên rejîmê mirin

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ku DYA pêşengiyê jê re dike, da xuyakirin ku zêdeyî 100 kesên ji hêzên alîgirê rejîmê di êrîşeke bi balafiran de hatine kuştin.

Rayedarekî Amerîkî got, "Di şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên koalîsyonê de zêdeyî 100 kesên alîgirê rejîma Sûriyeyê mirine."

Li gorî daxuyaniyê, hêzên alîgirê rejîmê 7'ê Sibatê êrîşî navendeke kontrolê ya QSD'ê kirin. Hat ragihandin, cihê ku êrîş lê hatiye kirin li nava sînorê herêma bê şer e ku bi 8 kîlometreyan li rojhilatê Firatê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo parastina hêzên koalîsyonê û hevalbendên wê, koalîsyonê bi balafiran êrîşî êrîşkaran kir."