Di êrîşa artêşa Tirk de 3 sivîl birîndar bûn
Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundê Berkaşê ya navçeya Bilbilê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundê Berkaşê ya navçeya Bilbilê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagiker li dijî gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê êrîş pêk anî û di êrîşê de 3 sivîl birîndar bûn. Hate ragihandin ku ji birîndarên rakirîn nexweşxaneyê rewşa 2’an girane.
Navê du birîndarên ku gihiştin destê me wiha ne: Eyûb Mihemed Eyûb (38) û Reşîd Seydo (67).