Dewleta Tirkiyeyê li sînorê Kobanê sewqiyeta leşkerî kir
Êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li ser Rojava dewam dikin. Tirkiye piştî vekolînên leşkerî yên li sînorê Kobanê obus û tank li herêmê bi cih kirin.
Êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li ser Rojava dewam dikin. Tirkiye piştî vekolînên leşkerî yên li sînorê Kobanê obus û tank li herêmê bi cih kirin.
Dewleta Tirk li sînorê Kobanê ku êrîşên li ser Rojava berdewam dikin, sewqiyeta leşkerî kir.
Piştî vekolînên leşkerî ku di saetên siharê de li xeta sînor a Pirsûs-Kobanê hatin kirin, obus û tank li herêmê hatin bicihkirin. Her wiha hate hînbûn ku yekîneyên teqwiye ji qereqolên li sînor re hatine şandin.