Dewleta Tirk li Eyn Îsayê ciwanek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê ciwan Hesen Mihemed Hisên El Şêx El Mexlet bi gulereşandinê qetil kir.

SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK

Li gundê Um Beramîl ê Eyn Îsa ya ser bi Kantona Firatê, ciwan Hesen Mihemed Hisên El Şêx El Mexlet ê 27 salî, dema ku zeviyê xwe av dida ji aliyê sekvanekî dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin.

Ciwanê ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê, lê şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî û Eyn Îsayê ku 9'ê Cotmeha 2019'an Girê Spî dagir kiriye, bi dehan kes qetil kir, bi dehan mirov jî birîndar kir.