Dewleta Tirk li Efrînê du sivîlên din revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek û hevjîna wî revndin. Bi aqûbeta du kesan nayê zanîn.

Çavkaniyên taybet ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Hecî Hisên (40) û hevjîna wî ku navê wê diyar nebû, ji şêniyên gundê Xilko yê girêdayî navçeya Bilbilê ne, revandiin  û birin cihekî nediyar.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk di demeke berê de li ser Mihemed Xelîl Hecî Hisên 6 hezar dolar ferz kiribû da sûcan li dijî wan rawestînin.