Dewleta Tirk agir berda zeviyên gundên Şêrawayê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Basilê bi cih bûne, agir berdan zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Basilê yê Efrînê bi cih bûne, agir berdan zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê.

Gundî hewl didin agir vemirînin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî salên ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir ve, di çarçoveya êrîşên qirkirinê de di wextê palehiyê de agir berdide zeviyên gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.