Dewleta Tirk a dagirker bombe li Minbicê barand: 3 kes birîndar bûn

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê de, yek jê zarok 3 kes birîndar bûn.

BOMBEBARAN DIDOME

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên siharê ve gundên Toxar û Cat ên Minbicê bombebaran dike. Hat diyarkirin ku di êrîşê de yek jê zarok 3 kes birîndar bûn.

Navên kesên birîndar bûne, wiha ne: Muhemed Fêsel El Salih (14), Remedan Ebed El Berkir (18) ve Wesîm Îbrahîm (21).

Birîndar ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê.