Dagirkeran li Şiyê 4 sivîl revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Şiyê ya kantona Efrînê 4 sivîl revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayê artêşa Tirk  a dagirker 19'ê vê Tebaxê de li gundê Hêkca yê navçeya Şiyê 4 welatî revandine.

Li gorî çavkaniyan,Elî Yûsif Xilêf (40), Şêrha Zeîm Hesen (27), Ebdo Henan Sebrî (21) û Murad Qaziqlî Dalo (20) hatine revandin.

Aqûbeta kesên hatine revandin ne diyar e û tê gotin ku  çeteyan ji bo berdana sivîlan fîdye xwestine.