Ciwanên ku ji bo Rojava seferber bûn: Em bi hev re Rojava biparêzin!
Ji bo parastina Rojava, di serî de Başûr û Rojhilatê Kurdisatnê gelek Kurdistanî tevlî seferberiyê bûn. Ciwanên Kurd ên beşdarî seferberiyê bûn, ji bo parastina Rojava bang kirin.
Ji bo parastina Rojava, di serî de Başûr û Rojhilatê Kurdisatnê gelek Kurdistanî tevlî seferberiyê bûn. Ciwanên Kurd ên beşdarî seferberiyê bûn, ji bo parastina Rojava bang kirin.
Ciwanên Kurd ên ji Silêmaniye, Kerkûk û bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevlî seferberiya Rojava bûn, bang li ciwanên Kurd kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo piştgiriya bi berxwedana li Rojava ew hatine û destnîşan kirin ku wê xaka Kurdistanê heta dawiyê biparêzin û vê têkoşînê ya bi serketinê ya jî bi dayina berdêlan dewam bikin.
Ciwanan anî ziman ku gelên Kurd, Ereb û Suryan li eniya hevpar têdikoşin û bang li gelan kirin ku xwedî li berxwedana li Rojava derkevin û piştevaniyê mezin bikin.