Ciwanên Efrînî: Werin em tola şehîdên şoreşê hilînin
Ciwanên Efrînî yên li bajarê Hesekê bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî cenga rûmetê bibin.
Ciwanên Efrînî yên li bajarê Hesekê bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî cenga rûmetê bibin.
Komek ji ciwanên Efrînê ku ji ber dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk û HTŞ'ê koçber bûne û li bajarê Hesekê ne, bang li ciwanan bi taybetî jî ciwanên Efrînê kirin ku tevlî têkoşîna parastina axa xwe bibin û tola şehîdan hilînin.
Banga ciwanên Efrînê bi vî rengî ye:
"Li dijî xiyanet û êrişa hêzên komploger ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê em weke ciwanên Kurd ên Efrînê yên li Hesekê beşdarî cenga rûmetê bibin û tola şehîdan hilînin. Ji bo wê banga me ji bo tevahî ciwanên Efrînê yên li herêma Cizîrê ew e ku beşdarî cenga rûmetê bibin û tola Şehîd Ziyad û hemû şehîdên şoreşê hilînin. Bangawaziya me ji bo hemû ciwanan ew e ku werin tevlî vê cengê bibin. Êrîşên li ser me tên kirin êrîşên qirkirinê ne, divê em herêma xwe û Rojavayê Kurdistanê biparêzin."