Cenazeyê Şehîdên Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YPG’ê Hemîd Imer (Berxwedan Behiye) û Teysir Mihemed (Sekender Kebîr) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên YPG’ê Hemîd Imer (Berxwedan Behiye) û Teysir Mihemed (Sekender Kebîr) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Hesekê hatin veşartin.
Girseya gel cenazeyên şehîdên azadiyê Hemîd Imêr (Berxwedan Behiye) û Teysîr Mihemed (Sekender Kebîr) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Endama meclîsa Malbatên Şehîdan Radiya Xelîl axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û bal kişand ser piştgiriya gelê Bakurê Sûriyê ji berxwedana Efrînê re.
Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî diyar kir ku QSD′ê bi berxwedana xwe her kesî re diyar kir ku ew destûr nadin Efrîn were dagirkirin û serdema Osmanî jinûve vejîn bibe.
Her wiha Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî da zanîn ku gelê Bakurê Sûriyê bi yek destî li hember dagirkeriyê li ber xwe dide.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîlîyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.