Cenazeyên 3 şehîdên Reqayê li Tebqa hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.
Karwanên şehîdên azadiyê Cemal Eca (Cemûl Sixnê), Mihemed Xelef (Mihemed Reqa) û Mûsa Sibêyî (Ebû Îbrahîm) ji Kantona Kobanê bi rê ket û di saetên ber êvarê de gihîşt bajarê Tebqayê. Bi sedan welatiyên Tebqayê, Endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, rûspiyên êlên herêmê û hêzên leşkerî tevlî karwanê bûn û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Omîd Gabar axivî û diyar kir ev ax pîroz e, pêxemberan lê jiyan kiriye û wiha got: ″Beriya 11 hezar sal, li ser vê axê yekem sîstemên demokratîk û federal hatine avakirin.″
Gabar anî ziman ku li Sûriyê şoreşa demokrasiyê heye û got: ″Divê gelên Kurd, Ereb û Aşûr ên ku dixwazin jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, piştgiriya QSD′ê bikin.”
Her wiha Endama Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan Ibtîsam Îbrahîm jî diyar kir ku ew her çiqas bikin, nikarin mafên şehîdan bidin.
Li aliyekî din jî Endama Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya Hemûd Xerbî jî destnîşan kir ku bi saya berxwedana hêzên QSD′ê jiyaneke azad hat avakirin.
Endamê Meclîsa Lihevanîna Êlan şêx Ehmed Hisên jî anî ziman ku şehîd parêzvanên welat in û bi fedekariya wan jiyan ji nû ve şîn bû.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan li goristanê di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.