Cenazeyên 3 Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê hatin veşartin
Gelê Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, bi merasîmeke heybet ve li Şehîdgeha Delîl Sarûxan veşartin.
Gelê Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, bi merasîmeke heybet ve li Şehîdgeha Delîl Sarûxan veşartin.
Welatiyên Qamişlo cenazeyên şervanên YPG‘ê Elî El-Îsa (Dilbirîn Til Birak), Waîl Xelef (Şivan Enteriyê) û Hanî Silêman (Hogir Qamişlo) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergertin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Şehîdgeha Delîl Sarûxan ve bi rêk ketin.
Kerwanê cenazeyan li şehîdgehê ji aliyê sedan welatiyên ve di nava dirûşme û tilîliyên serkeftinê de hate pêşwazîkirin.
Şervanên YPG û YPJ‘ê darbesta hevrêyên xwe hilgirtin ser milan û li şehîdgehê jî bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmeke leşkerî lidar xistin.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osamn, li ser navê YPG/YPJ’ê Mihemed Zeydan û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axaftin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û banga xurtikirina berxwedan û têkoşînê heta serketinê hate dayîn.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.