Cenazeyê şervanê YPG’ê Kemal hate veşartin

Welatiyên Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê cenazeyê şervanê YPG’ê şehîd Kemal Dirbêsiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşart.

Bi sedan welatiyên Dirbesiyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Fewaz (Kemal Dirbesiyê) ku di 5’ê Cotmehê de, di Bagera Cizirê de şehîd bûbû, ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbesiyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), şervanên YPG’ê û YPJ’ê û bi sedan welatiyên Dirbêsiyê û gundewarê wê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

Piştî ku karwanê şehîd gihîşt goristanê, li vir welatiyan cenaze li ser milên xwe kirin û ber bi qada goristanê ve meşiyan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîd re qîriyan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre li ser navê YPG’ê endamê rêveberiyê Agirî Rojava axivî û sersaxî ji malbat û hemû dost û hevalên şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan a heta dawiyê da.

Piştre li ser navê malbata şehîd dayîka şehîd Şemsa axivî û di destpêkê de bixêrhatina hemû beşdaran kir û diyar kir ku ew ji kurê xwe re ji bo beşdarî nava refên YPG’ê bibe alîgir bû û niha ew ne poşman e ji ber ku bi şehadeta wî bêtir serfiraz bûye û da zanîn ku kurê wê li ser riya rûmet û kerametê ji bo pêkanîna azadiya gelê xwe meşiyaye.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta têkoşer Kemal Dirbêsiyê hate xwendin û radestî malbata wî hatekirin. Piştre jî cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.