Cenazeyê şervanê QSD’ê Ciwan Ereb hate veşartin
Welatiyên bajarê Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê QSD’ê Ciwan Ereb bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşart.
Welatiyên bajarê Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê QSD’ê Ciwan Ereb bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşart.
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê QSD′ê Elî Hisên (Ciwan Ereb) ku di 4′ê Cotmehê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristanê veşart.
Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Silêman Ehmed axivî, sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.
Her wiha li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ziyad Kurdî jî axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û wiha got: ”Em bejna xwe li hember şehîdên ku canê xwe fedayî axa xwe kirine, ditewînin.″
Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.