Cenazeyê du şehîdên QSD’ê li El Bisêra hate veşartin
Welatiyên bajaroka El-Bisêra ya Dêra Zorê cenazeyên 2 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Hanî Hesen El Bbûd veşartin.
Welatiyên bajaroka El-Bisêra ya Dêra Zorê cenazeyên 2 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Hanî Hesen El Bbûd veşartin.
Bi sedan welatiyên bajaroka El-Bisêra bi armanca merasîma cenazeyên şervanên QSD‘ê Feysel Ebdulerec (Şans), Xalid El-Elî (Xalid El-Zên) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li pêşiya deriyê ketina bajêr kom bûn. Piştî cenaze wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Hanî Hesen El-Ebûd ve ketin rê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.
Bi navê saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û berxwedana şervanên QSD‘ê hate silavkirin.
Nasnemayên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Girseya gel cenazeyên her 2 şehîdan bi dirûşman ve veşartin.