Balefirên rejîma Sûriyeyê Îdlîb bomberdûman kir
Balefireke şer a rejîma Beasê bajarê Meret Nûmanê yê li başûrê Îdlîbê bomberdûman kir. Tê diyarkirin ku ji ber bomberdûmanê gelek kes mirine û gelek kes birîndar bûne.
Balefireke şer a rejîma Beasê bajarê Meret Nûmanê yê li başûrê Îdlîbê bomberdûman kir. Tê diyarkirin ku ji ber bomberdûmanê gelek kes mirine û gelek kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin, di bomberdûmanê de 5 sivîl mirine û bi dehan sivîl jî birîndar bûne.
Çavkaniyên çapemeniya rejîma Beasê ragihand ku balefirên şer ên Rûsyayê cihên li bakurê Hamayê û başûrê Îdlîbê bomberdûman kiriye.
Balefirên şer ên Rûsya û rejîmê cihên Heyet Tahrîl El Şam ên li gundê Ebû Dalî yê li başûrê Îdlîbê bomberdûman kir. Çeteyan îro jî gund dagir kiribû.