Bagera Cizîrê: Êrîş hatin şikdanin, şervan pêşve diçin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Şervan ber bi başûrê gundê Wesîha ve pêşve diçin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de bi berdewamî pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ′ê êrîşî kargehên şekir û pembo yên dikevin başûrê bajarê Dêra Zorê kirin. Êrîş ji aliyê şervanan ve hatin şikandin û 2 çete hatin kuştin.

Li bajarokê Siwarê jî, şervanan li gundê Wesîha  yê dikeve başûrê bajaroka Siwer ku hatî rizgarkirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Di encama operasyonê  de cenazeyên 2  çeteyan ketin destê şervanan.

Her wiha li başûrê gundê Wesîha jî pêşveçûna şervanan bi hemû leza xwe didome û li vî baskî şereke dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin.