Artêşa Tirk a dagirker Şehîdgeha Şehîd Seydo topbaran dike

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dînenên topbarandin artêşa Tirk a dagirker ya li ser Şehîdgeha Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirês parvekir.

Navenda Çapemeniyê dînemên hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Şehîdgehê parvekir.

Arêtşa Tirk ne cara yekem e ku sûcê mirovahiyê dike. 6’ê Sibatê jî heman Şehîdgeh topbaran kir. Heman hêzên dagirker û çeteyên wê 3’yê Sibatê Şehîdgeha Seydo kiribûn hedef.

Artêşa Tirk di tevahî dîroka xwe de sûcê şer û mirovahiyê kiriye, herî dawî jî li Efrînê carekî din ev rûyê xwe da der.

Operasyona dagirkirinê ya ji 20’ê Çileyê ve destpê kirî, li gel Şehîdgehan, jingehên sivîl, meqamên dîrokî û cihên bawerî û îbadedgehan jî bi awayekî sîstematîk hatiye bomberdûmankirin.

Kêliyên topbaranê…