Çeteyên dewleta Tirk du ciwan revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê du ciwan revandin.

Çeteyên bi navê Feyleq El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefer Sefra ya Cindirêsê du ciwan revandin.

Bi hinceta Mistefa Mihemed Mecîd (18) û Mihemed Welid Hisên berê di saziyên Rêveberiya Xweser de xebitîne hatin revandin.

Hate diyarkirin çeteyan ev herdu ciwan birine girtîgeha li gundê Îska ya Şêrawayê. Ev girtîgeh navenda êşkenceyê ye.