ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
Li Izmîrê 12 HDP'yî hatin girtin
Li rêxistinên Menemen û Buca yên Izmîrê bi îdîaya ku 'propagandya rêxistinê'' kirine 12 HDP'yî hatin destgîrkirin. -
Rekora germahiyê ya dîroka Elmanyayê nû bû
Li Elmanyayê ku hewa gelekî germ e, rekora germahiyê ya sala 2015'an Çarşemê bi 40.5 pileyî nû bû. Tê texmînkirin ku germahî îro bigihêje 41 pileyî. -
Yekîtiya Ewropayê bersiv da gefa Tirkiyeyê
Piştî ku Tirkiyeyê dest bi sondaja li rojhilatê Derya Spî kir, Yekîtiya Ewropayê biryar da ku hin pêkanînan ê ferz bike. Desthilatdariya AKP'ê jî bi gotina, "Em ê dawî li peymana penaberan bînin" gef xwar. Yekîtiya Ewropayê bersiv da vê gefê. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Swîsreyê hate şermezarkirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarên Bern û Solothurn ê Swîsreyê çalakî pêk anîn. -
ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Sernavê çend nûçeyên ku wê di 25'ê Tîrmeha 2019'an de rû bidin. -
Li gorî DYE’yê soza pêşketina bilez a ‘Nexşerêya Minbicê’ hate da
Nûnerê Taybet ê Sefaretxaneya Mezin a Sûrye yê DYE yê Stenbol û Sefîrê Koalîsyona Gerdûnî ya Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê James Jeffrey têkildarî serdana li Enqerê daxuyaniyek da. -
Stêrk Tv bernameya 'mikurhatinên sîxuran' diweşîne
Stêrk Tv îtîrafên sîxurên ku ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatine girtin, di bin navê 'Kurmê Darê' de, wekî bername diweşîne. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Freiburgê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
Gerîlayên MLKP û HPG'ê li Stûttgartê hatin bîranîn
Fermandarê Yekîneya Gerîlayên Bejahî ya Dersimê yê MLKP/FESK Taylan Kûtlar (Adil Yildirim) ku 10'ê Tîrmehê li Dersimê ji ber êrîşa hewayî ya rejîma Tirk jiyana xwe ji dest da li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate bîranîn. -
ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tîrmeha 2019'an. -
Rejîma Tirk li 15 gund û bajarokan qedexe îlan kir!
Li bajarê Bedlîs ê Bakurê Kuridstanê li 15 gund û bajarokan qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku sibe miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
HDP: Li ser penaberan nêçîra li ser pîresêhran dane destpêkirin
Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê diyar kir, li ser penaberan nêçîra li ser pîresêhran hatiye destpêkirin. Berdevkê Komîsyonê Gulsum Agaoglu got di berbelavbûna şerê navxwe yê Sûriyê de gelekî para AKP-MHP'ê heye. -
14 welatan li ser qebûlkirina penaberan li hev kirin
14 welatên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku di warê penaberan de ew ê di navbera xwe de mekanîzmaya hevgirtinê ava bikin. -
Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê di hefteya 370'î de ye. Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne. -
ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tîrmeha 2019'an. -
Temellî: Dawiya vê rêyê azadî û aştî ye!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di mîtînga HDP’ê ya Amedê de axivî, da xuyakirin ku li dijî şer têkoşîna aştiyê dikin û got: “Çawa em li Amed û Qersê bûn desthilat, em ê li Tirkiyeyê jî bibin desthilat. Dawiya vê rêya azadî û aştî ye.” -
Mîtînga Amedê: Têkoşîn wê li çar parçeyên Kurdistanê bidome!
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di mîtînga Amedê de axivî û got; “Em ê li dijî tiştên li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin têbikoşin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.” -
Li Amedê daxwazên ‘azadî û çareseriyê’ hate kirin
Li Amedê mîtînga HDP’ê ya ‘Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk’ ku bi dirûşme û govendê destpê kir bi axaftinan didome. -
Mîtînga HDP’ê ya Amedê bi govend û dirûşman destpê kir
Mîtînga HDP’ê ya ‘Ji bo aştiyeke birûmet, çareseriya demokratîk’ bi gerandina gevend û qîrkirina dirûşman destpê kir. -
'Şoreşa Rojava' li Elmanyayê hate pîrozkirin
Şoreşa Rojava li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
Diyar Xerîb li Grossetoyê hate bibîranîn
Diyar Xerîb ê ku şehîd bûbû li bajarê Grossetoyê yê Îtalyayê hate bibîranîn. -
Ciwanên Kurd li Parîsê dagirkerî protesto kirin
Ciwanên Kurd li Parîsê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê protesto kirin. -
Li Ûkraynayê di hilbijartinê de partiya Zelensky bi ser ket
Li Ûkraynayê di hilbijartinên giştî de partiya Serokkomar Zelensky bi rêjeya 44 ji sedî yê dengan bû partiya yekemîn.