ROJANE
Hemû Nûçe
-
Elmanyayê ji bo hevdîtina bi Hûlûsî Akar re got, 'sira dewletê ye'
Li gel pêşnûme pirsên Partiya Çep jî Hikumeta Elman a Federal bi israr naveroka hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar re eşkere nake. Hikumetê di bersiva xwe ya nû de ji bo naveroka hevdîtina navborî got 'sira dewletê ye'. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê li 5 bajaran 14 çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê diyar kir ku wan li Îzmîr, Kayserî, Konya, Manîsa û Mûglayê 14 çalakî kirine. -
Taşdemîr: Soylû derewker e
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû derewan dike û destnîşan kir ku feraseta AKP-MHP'ê wê bi destê jinan bi dawî bibe. -
Gergerlîoglû: Wê berxwedana me bidome
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand êrîşên li ser xwe û got, “Ez ê stûyê xwe xwar nekim û wê têkoşîna min bidome.” -
Delegasyona aştiyê: Belavbûna tecrîdê belavbûna dîktatoriyê ye
Di daxuyaniya delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî de hate gotin, "Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye û belavbûna vê rewşê li qadeke welê berfireh nîşan dide ku dîktatorî mayinde dibe." -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2021'Ê
Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Aydinê cînayeta kar: Karkerek mir
Li Aydinê karkerê bi navê Îsmaîl Tekîn ê di şîrketa kanê ya Kormadê de dixebitî, di cînayeta kar de mir. -
Du xwendevanên Bogazîçiyê hatin destgîrkirin
Bi hinceta ku tevlî çalakiyên Bogazîçiyê bûne 2 xwendevan hatin destgîrkirin. -
Li Şengalê roja Zimanê Dayîkê hate pîrozkirin
Bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê roja zimanê dayîkê ya cîhanê bi daxuyaniyekê pîroz kir. -
Li Aydinê çar jinên HDP'yî tazî kirin û ser wan seh kirin
Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê ji bo ku ser çar jinên HDP'yî tazî kirine û ser wan seh kirine helwest nîşan da. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir li pênc bajaran çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Êgir li pênc bajarên Tirk çalakî kirin. -
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li 4 bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol, Êlih, Kocaelî û Sakaryayê li dijî faşîstên AKP-MHP'î çalakî li dar xist. -
Derheqê Dîlan Dirayet Taşdemîr lêpirsîn hate destpêkirin
Derheqê Wekîla HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr bi îdîaya 'endama rêxistinê ye' lêpirsîn hate destpêkirin. -
ÎHD: Divê polîtîkayên yekparêz û asîmîlasyonê li ser zimanan werin rakirin
ÎHD'ê ji bo Roja Zimanê Makî daxuyanî da û got, ''Divê polîtîkayên yekreng û asîmîlasyonê û amûrên zorê yên li ser zimanan werin rakirin.'' -
ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Endamê Meclîsa HDP’ê yê ku hatibû berdan dîsa hate girtin
Endamê Meclîsa Şaredariya Norşînê Ekrem Yalçin ê ku hatibû berdan, li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate girtin. -
Prz. Koklu: Karîgeriya Ocalan li hemû cîhanê belav bû
Prz. Serbay Koklu diyar kir karîgeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û got heke derfet hebin ku rola xwe bilîze problem wê çarser bibin. Koklu got, ''CPT mekanîzmayeke karîger daniya wiha bi rehetî nedikarîn tecrîdê deynin.'' -
Berxwedana girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê di roja 86’an de didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya berxwedêrên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku ji bo azadî û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan hatibû destpêkirin, bi koma 18’an di roja 86’an de dewam dike. -
Başaran: Dema daketina qadan e
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran got ji bo ku dengê jinan bilind bikin ew têdikoşin û diyar kir li hemû cîhanê dema wê ye ku jin li kuçeyan bin. -
ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Stenbolê 3 jê zarok 11 kes hatin girtin
Ji 26 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li Stenbolê hatîn destgîrkirin de, 3 jê zarok 11 kes hatin girtin. -
Di derbarê 9 parlemeterên HDP’ê de fezleke
Rejîma Enqerê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de, di derbarê 9 parlementeran de fezleke amade kirin. -
Cezayê ji bo Wekîlê HDP’î Gergerlîoglû hate erêkirin
Daraza Tirk cezayê 2 sal û 6 meh ê ji bo Parlementerê Kocaelî yê HDP'ê Gergerlîoglû erê kir. -
Li Edîrne êşkenceyê li girtiyan dikin
Li Girtîgeha Edîrneyê eşkence li girtiyan dikin û rapirsîna wan dikin. Malbata girtiyê nexweş Murat Aktaş got li gel sermaya zivistanê jî lihêfan nadin girtiyan. -
Bûldan: Nikarin bi HDP'ê, lewma êriş dikin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êriş û gefê li dijî partiya wan û got, "Nikarin bi HDP'ê. Yekane sedema êrişa wan a li dijî HDP'ê ev e."