ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP: Bi komploya 15’ê Sibatê re gel bûn hedef
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibatê re gel û Rojhilata Navîn bûne hedef û bal kişand ser vî tiştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî vê komployê berxwedaneke mezin nîşan da. -
'Divê tecrîd bi dawî bibe, ji bo aştî û demokrasiyê bikevin nava liv û tevgerê'
Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê. -
Ji ber ku welatiyên xwe ji Bakurê Sûriyeyê neanîn NY nerazîbûn nîşanî welatan da
Neteweyên Yekbûyî (NY) welatên ku hemwelatiyên xwe yên di nav refên çeteyên DAÎŞ’ê de ne û a niha li kampên Bakurê Sûriyeyê de ne wernegirtine bi tundî rexne kir. -
ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Êrîwanê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat dîlgirtin, li Êrîwanê hat şermezarkirin. -
Kurdan li Krasnodorê komplo protesto kirin
Li bajarê Krasnodar a Rûsyayê bi çalakiyekê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
HBDH: Em li dijî komployan li ber xwe bidin, bi ser bikevin
HBDH: Divê em li her cihî li dijî komployê agirê berxwedanê mezin bikin, perspektîfa şoreşê ya yekbûyî bi serketinê bixin meriyetê. -
Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de li bajarê Stravrapol a Rûsyayê hate şermezarkirin. -
Peyamên TEV-DEM û Kongreya Star ên li 15'ê Sibatê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî di salvegera 22'an de şermezar kirin. -
Yaylali: Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî li ser kar bû
Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali operasyona artêşa Tirka li Garê ya ji bo kuştina leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî hate kirin, nirxand û got, "Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî êsîr li pêş çavan qetil kir." -
Li Aydinê 9 jinên HDP'î hatin destgîrkirin
Li navend û navçeyên Aydinê, polîsên Tirk 9 endam û rêveberên HDP'î destgîr kirin. -
HBDH'ê li Sûrê li dijî qereqolê çalakiya çekdarî û bi bombeyan kir
Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê ragihand Milîsên Serhildan Garzan li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî qereqola çarşiyê çalakiya bombeyî û çekdarî kirine. -
Nêzîkatiya dewleta Tirk a li êsîran: Xwezî miribûna!
Artêşa Tirk li Garê polîs, leşker û endamên MÎT'ê yên dîlgirtî bi bombardûmanê qetil kir. Vê yekê jî gotina Serokê demekê yê meclîsê Mehmet Alî Şahîn anî bîra mirovan. Mehmet Alî Şahîn ji bo êsîran gotibû, "Xwezî miribûna". -
Cerdevanan êrîş birin ser Êzîdiyê ku vegeriyayî ser xaka xwe
Cerdevanan êrîş birin ser Êzîdiyê bi navê Silêman Ozmen ku piştî 40 salî vegeriya ser gundê xwe yê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê. -
Uca: Hemû cîhan li êşkenceya Imraliyê temaşe dike
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca têkilî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, ‘’Pergala êşkence û îzolasyonê ya Imraliyê ji Guantanamoyê derbas kiriye. Lê hemû cîhan liv ê pergala êşkenceyê temaşe dike.’’ -
ji rojnameya Natîonal Post Kanadayê banga 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li rojnameya Natîonal Postê ya li Kanadayê îlan hate dayin. -
Şandeya Tevgera Azadî bi Emar Hekîm re civiya
Şandeya Tevgera Azadî di çarçoveya serdanên xwe de yên bi aliyên siyasî yên bi bandor ên Iraqê, bi Emar Hekîm re civiya. -
Ji bo kampanya 'Azadî ji Ocalan re' banga piştgiriyê
Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ya sendîkayên Îngiliz banga piştgiriyê kirin û diyar kirin ku kampanya wê heta azadiya Ocalan dewam bike. -
Di salvegera komployê de panela online
Sibe li gorî dema Ewropayê saet di 20:00 de wê li ser komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paneleke onlîne bê lidarxistin. -
ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir cihên faşîstan şewitandin
Înîsîyatîfa Zarokên Agir gelek cihên aîdî AKP û MHP’yiyan şewitandin. -
Girtiyê bi nexweşiya giran ê 62 salî nayê tedawîkirin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kir ku girtiyê 62 salî Alî Tetîk ku nexweş e nayê dermankirin û xwest Tetîk serbest were berdin. -
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê çalakî kirin
Insiyatîva Jinên Tîrêjên bi çalakiyan 15'ê Sibatê şermezar kir -
5 girtî hatin sirgûnkirin
Hefteya borî 5 girtiyên li Girtîgeha Kampûs a Tarsûsê sirgûnî Girtîgehên Tîpa T ya Bûnyan a Qeyserî yê û ya Akhîsara Manisayê hatibûn kirin. -
HDP: Di van 2 rojên dawî de 143 kes hatin destgîrkirin
Berpirsyarê Komîsyona Mafê Mirovan a HDP’ê û Alîkarê Hevserokê Giştî Ûmît Dede got: “Di van 2 rojên dawî de 143 kes hatin destgîrkirin: ev êrîşane hewldanên AKP’ê yên ji bo veşartina tirsa wane.”