ROJANE
Hemû Nûçe
-
Akademîsyenên li Bogazîçiyê pişta xwe dan rektorê qeyûm
Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê, li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû di roja 37'an a çalakiya nobedê ya xwendekaran de careke din pişta xwe dan rektoriyê. -
HDP wê li dijî tecrîda li ser Ocalan bimeşe
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay aşkere kir 15'ê Sibatê wê li sê bajaran bi dirûşma ''Bes e ji Tecrîdê re, Ji bo Jiyanê Dad'' wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşe. -
Şemerî: DAÎŞ plan dike ku êrişî Kerkûkê bike
Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Şemerî diyar kir ku Serokwezîr Kazimî ji wan re ragihandiye ku DAÎŞ planeke mezin ji bo êrişî Kerkûkê û Diyaleyê bike çêkiriye. -
Ciwanên Fînlandiyayê tevlî kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bûn
Tevgera Ciwanan a Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmîstonûorte) diyar kir ku ew tevlî kampanya 'Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re' bûye. -
Di protestoyên Bogazîçiyê de herî kêm 563 xwendekar hatin destgîrkirin
Di dema berxwedana Bogazîçiyê de herî kêm 563 xwendekar hatin destgîrkirin. -
Akdag: Wê têkoşîna Bogazîçiyê li her derê belav bibe
Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag diyar ku li hemberî kirinên bêhiqûqî yên desthilatdariyê daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê demokratîk in û got, “Wê têkoşîna Bogazîçiyê li her derê belav bibe.” -
Ahmet Turk: Rejîmên zordar wê rojekê hesab bidin
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li çalakiya kampanya 'Destpêkê Edalet' a HDP'ê axivî û bal kişand ser zext û zordariya li Kurdan û hêzên demokrasiyê tê kirin. Ahmet Turk got, "Rejîmên zordar wê rojekê teqez hesabê bidin." -
'Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike'
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç destnîşan kir ku gelê Kurd bi xet û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşe û got, "Em sala 2021'ê bikin sala azadiya Serok Apo. Ji bo wê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike." -
10 rêxistinên li Elmanyayê tevlî kampanya 'Azadî ji bo Ocalan' bûn
10 rêxistinên li Elmanyayê ragihandin ku ew jî tevlî kampanya 'Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" bûne. -
ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Ji yên di daxuyaniya BMG’ê de hatibûn destgîrkirin 33 kes girtin
Ji Hêzên Têkoşîna Yekbûyî yên hatibûn destgîrkirin 33 kes girtin, 20 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Turk: Bi hevdîtina Ocalan re welatek demokratîk pêk tê
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê tevlî şahiya kampanya HDP’ê ya ‘Destpêkê Edalet’ bûyî got: “Eger ku Tirkiyeke edalet û demokratîk tê xwestin, divê bi Ocalan re diyalog pêk bê.” -
Deklarasyona HDP’ê: Em li dijî rejîma zalim bibin yek
HDP’ê deklarasyona kampanyaya ‘Destpêkê edalet’ eşkere kir. Di deklarasyonê de banga yekîtiya hêzê û xurtkirina têkoşînê hate kirin. -
Meclîsa ÎSÎG'ê: Meha Çileyê herî kêm 199 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG'ê di meha Çileyê de herî kêm 199 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Saziyên civakî yên li Amedê: Divê tecrîd tavilê bê rakirin
Rêxistinên civakî yên li Amedê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê rakirin û hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazan re neyê dayin wê desthilatdariya siyasî ji encamên giran berpirsyar be. -
Kampanyaya HDP’ê ya ji bo ‘Ji her kesî re edalet’ dest pê kir
HDP’ê kampanyaya ‘Ji her kesî re edalet’ li Enqereyê da destpêkirin. Di kampanyayê de li dijî faşîzma AKP û MHP’ê peyamên geşkirina berxwedanê hate dayîn. -
Nîşankirina gundên Elewiyan encam e
Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku li Tokatê gundên Elewiyan hatiye nîşankirin û ev jî encama polîtîkaya dewletê ye. -
Bîlmez: Rojeva sereke ya CPT diviyabû serdana Îmraliyê bûya
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, CPT a ku di serdana dawî ya Tirkiyeyê de neçû Girtîgeha Îmraliyê, nîşan da ku siyaset û hiqûqa serdest a navneteweyî ji dewamiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê berpirsyar e. -
Hewldana ji bo çarmixkirina bi milyonan mirovên xwedî îradeya azad*
Nivîskarê Yewnan Kazancakîs romana xwe ya bi navê 'Jinûve çarmixkirina Îsa' ji mêj ve nivîsî ye. Lê belê rewşa min şexsî nîne. Bi mirina rêberê wan re hewl dan bi milyonan Kurdên xwedî îradeya azad çarmix bikin. -
ROJEVA 8'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Beyza Bûldag ya xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînan hate girtin
Bi îddîaya ‘Berê gel daye dijminatî û nefretê’ xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînanê Beyza Bûldag hatiû destgîrkirin. Piştî sewqa dadgehê Bûldag hate girtin. -
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Unal hate girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Muhammed Unal ê ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hatibû destgîrkirin, hate girtin. Unal şandin Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê. -
Li Ermenistanê 15’ê Sibatê hate protestokirin
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn, di salvegera xwe ya 22’an de li herêma Elegez a Ermenistanê hate protestokirin. -
Li Stenbol û Îzmîrê 2 ciwan hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Stenbolê endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Mûhammed Unal û li Îzmîrê jî xwendekara Zanîngeha Hunerî ya Mîmar Sînan Beyza Bûldag destgîr kirin. -
Li Sydneyê bi konvoyê komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 22 salan pêk hat, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi konvoyekê hate şermezarkirin.