ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan êrîş bire ser çalakiya Bogazîçî: 30 kes destgîrkirin
Polîan êrîş bire ser xwendekarên ku Melîh Bûlû ji bo Zanîngeha Bogazîçî weke qeyûm hatibû danîn protesto dikirin, 30 kes destgîrkirin. -
DMME'yê têkildarî Demîrtaş ji AKP/MHP'ê daxwaza parastinê kir
DMME'yê, têkildarî serlêdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, ji desthilatdariya AKP-MHP'ê xwest ku parastina xwe bike. -
Li nûçegihanê MA'yê Îdrîs Sayilgan 4 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Li nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan 4 sal cezayê girtîgehê hate birîn. -
ROJEVA 1'Ê SIBATA 2021'Ê
Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Hevserokê Navçeya Esenyûrtê yê HDP’ê Ercan Saglam hate girtin
Hevserokê Navçeya Esenyûrtê yê HDP’ê Ercan Saglam, bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ber avahiya navçeyê, hate girtin, Hevserok Dîlan Kiliç jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Li Ezazê teqîneke mezin pêk hat
Li bajarê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqîneke mezin pêk hat. -
Li Sydneyê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li 8 bajaran çalakî pêk anîn
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê da zanîn ku li 8 bajaran çalakî pêk anîne û gelek fabrîqe, keştî û wesayît dane ber agir. -
Rêxistinên PJAK-Ewropa ji bo çalakiyên 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir
Rêxistinên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)-Ewropa bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna rêzeçalakiyên ji bo 15’ê Sibatê yên derveyî welat kir. -
FAZ: Êdî 'Ulkucu'yan qedexe bikin
Ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng (FAZ) bang li rêveberiya Berlînê kir ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk 'Ulkucu' qedexe bike. -
ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Stenbolê 2 xwendekar hatin girtin
Li pêşiya Zanîngeha Bogaziçiyê pêşangehe hatibû vekirin. Bi îddîaya ku ‘Wêneyê Kabeyê avêtine erdê’ hin xwendekar hatibûn destgîrkirin. Ji nav van xwendekaran 2 xwendekar hatin girtin. -
HBDH’ê kargeha serokekî Partiya Saadetê şewitand
Milîsên HBDH’ê, li Îzmîrê kargeha Serokê Navçeyê yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan da ber agir. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li 7 bajaran çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir, li 7 bajarên Tirkiyê gelek cihên kar û wesayît şewitandin -
Karkerên înşaetê qeza kirin: 9 kes birîndar bûn
Li Bûrsayê wesayîta karkerên înşaetê qeza kir. Di qezayê de 9 kes birîndar bûn. -
Yekîneyên Tolhildanê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Licê li 4 bajarên Kurdistanê û Tirkiyê çalakî kirin. -
HDP bi siyasetmedar û rewşenbîrên Misrî re rûnişt
Şandeyeke ku Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de, bi nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen û nûçegihanan re civîneke onlîne kir. -
Turkdogan: Sîstemeke ku tecrîda Îmarlî derbas dike heye
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ku sîstema li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, tecrîd derbas kiriye, ev îzalasyone. Turkdogan got: “Divê girtîgehek bi navê Îmarlî nemîne. Divê Îmralî bê girtin.” -
Berxwedana girtiyan a greva birçîbûnê kete roja 65’an
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtigehan 27’ê Mijdara 2020’ê dabû destpêkirin, kete roja xwe ya 65’an. -
Elmanya koçberê Kurd radestî Îranê kir
Tevî destpêkê kampanya Rêxistina Efûyê û gelek saziyên civaka sivîl jî Elmanya koçberê Kurd Ebrahîm Abdî Jenekanlo radestî Îranê kir. -
ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
3 wekîlên CHP’î îstifa kirin
Parlementerên CHP’ê Mehmet Alî Çelebî, Huseyîn Avnî Aksoy û Ozcan Ozel ji partiya xwe îstifa kirin. -
NY: Li Efrîkaya Navîn du mehan zêdeyî 200 hezar kes koçber bûn
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Komara Efrîkaya Navîn ji ber bûyerên tundiyê di nava du mehan de zêdeyî 200 hezar kes neçar man koç bikin. Hate ragihandin ku zêdeyî nîvê wan koçî welatên cîran kirin. -
ÎHD'ê rapora penaberan weşand
Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê têkilî penaberan rapora 2020'an weşand. Li gorî vê 658 caran maf hatine binpêkirin. -
Rêxistinên girseyî yên demokratîk: Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
Rêxistinên girseyî yên demokratîk diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwestin, daxwazên berxwedêrên zindanan tavilê bi cih bên anîn.