Li Aydinê cînayeta kar: Karkerek mir

Li Aydinê karkerê bi navê Îsmaîl Tekîn ê di şîrketa kanê ya Kormadê de dixebitî, di cînayeta kar de mir.

Li navçeya Sokeyê ya Aydinê karkerê bi navê Îsmaîl Tekîn ê di şîrketa kanê ya Kormadê de dixebitî, di cînayeta kar de mir.

Hate diyarkirin ku Tekîn kamyon diajot û ji ber wergerîna kamyonê jiyana xwe ji dest daye. Şahidên bûyerê diyar kirin ku li qadê dînamît tê teqandin û Tekîn dibe ku ji ber teqînê jiyana xwe ji dest daye.

Hefteya borî karkerê bi navê Taner Çûlhaoglû yê li Çîneyê jî ketibû banda şantiyeyê û jiyana xwe ji dest dabû.