ROJANE
Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir ê ku demek dirêj bi nexweşiyên giran re têdikoşiya, jiyana xwe ji dest da.
Bi wesîleya 26'ê Hezîranê Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkenceyê re li Enqere, Amed, Dersim, Edene, Hatay û Mersînê rêxistinên mafên mirovan daxuyanî dan û westin, dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn.
Ji Komîteya Amadekar Gulîz Kaya ji bo mîtînga 'Civaka demokratîk ji bo azadiyê" banga tevlîbûnê kir û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Mûrat Kalmaz diyar kir ku ji bo Rêber Apo di nava şert û mercên azad de bixebite dê di 27-28’ê Hezîranê de ‘Mitîngên Azadiyê’ werin lidarxistin got ku divê ji her beşên civakê tevlîbûneke xurt çêbibe.
YRD’ê diyar kir ku rojnamevan Balci 35 salan tevî zext, binçavkirin, êşkence û girtina rojnameyan jî li pey heqîqetê meşiya û destnîşan kir ku wê têkoşîna heqîqetê dewam bikin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
HDP’î bi Partiya Keskan re civiya
Heyeta HDP’ê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di nav de bi Hevserokê Partiya Keskan a Ewropa Evelyne Hûytebroeck û Hevserokê Komîsyona Parlemetoya Tevlîhev a YE-Tirkiye Sergey Lagodînskyî re civiya.
-
Kaplan: Ji bo Kurdî rexnedayîna xwe didin
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kaplan anî ziman ku ji bo valaderxistina polîtîkayên asîmlasyonê ya sîstemê pêwîstî bi refleksek cidî heye, diyar kir ku kampanya Kurdî ya HDP’ê jî, rexnedayîna vê yekê didin.
-
Berxwedana girtiyan di roja 93’an de didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna binpêkirinên mafan a li girtiyan ku 27’ê Mijdara 2020’ê dabûn destpêkirin, di roja 93’an de ye.
-
-
IPPNW: Divê li Garê lêkolîn wer kirin
Li ser gotina, ''Artêşa Tirk li Garê çeka kimyewî bi kar anî'' a Karayilan berpirsê IPPNW yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker got ji bo tespîtkirina şopan divê lêkolîn were kirin.
-
-
-
-
-
-
Beştaş: Hewldana ji bo dîzaynkirina muxalefetê
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ragihand ku nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû, guhertina qanûna hilbijartinê û tasfiyekirina HDP'ê, hewldana ji bo dîzaynkirina muxalefetê ye.
-
-
Bûldan: HDP ne pariyeke ku zû bê daqurtandin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan serdana Navenda Giştî ya TÎP'ê kir û got, "HDP pariyekî biçûk nîne. Wê ti carî neyê daqurtandin. Em ne partiyeke welê ne ku serî li ber wan bitewînin."
-
-
Bûldan: Çareserî bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê dibe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan serdana EMEP'ê kir. Bûldan diyar kir ku çareserî bi desthilatdariya AKP'ê nabe û got, "Eger pêvajoya çareseriyê wê bibe, ev jî wê bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê bibe."
-
-
Sezaî Temellî: Em ji ya xwe nayên xwarê
Wekîlê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir desthilata Tirk ji tirsan êrîşê tîne ser HDP'ê û got, ''Ê heq em in, em li cihê rast in û em ê ji ya xwe neyên xwarê...''
-
Çeka sereke ya mêtingeran a li dijî Kurdan: Gaza kîmyewî
Gazên kîmyewî, ku ji Dersimê heta Helebçeyê çeka sereke ya hêzên mêtinger bû, vê carê li Garê hate bikaranîn. Tevî ku hatiye tespîtkirin di destê artêşa Tirk de çekên kîmyewî yên qedexekirî hene jî saziyên navneteweyî bêdeng in.
-