ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dengbêjê dawî...
''Tevahiya rojê min li nûçeyan guhdar nekiribû. Xewna ku bi şev min dîtî jî ji xwe veşartibû. Lê wê saeta êvarî parazîtan Halîl Dag, Halîl Ibrahim Uysal venedişart.'' -
'Ên ku dixwazin HDP'ê bigirin bila li Newrozê binerin'
Hevserokê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Fîkret Dogan got ên ku dixwestin li helwesta gel a derheqê girtina HDP'ê bipîvin li Newrozê bersiva xwe standin. -
MOP'ê cejna Netewî ya Akîtoyê ya 1'ê Nîsnaê pîroz kir
MOP'ê cejna Netewî ya Akîtoyê ya 1'ê Nîsanê pîroz kir û got,''Heke ev 6771 sal bin cejna 1'ê Nîsanê/Akîto tê pîrozkirin, ev tê amneya ku hêviyek heye ku dîrokê û roja me digihîne hev.'' -
KON-MED'ê sersaxî ji malbata Şemdîn Baran û civaka Êzidî re xwest
Hevserokên KON-MED'ê ji ber koça dawî ya kedkarê civaka Êzidî û gelê Kurd Şemdîn Baran peyama sersaxiyê weşand. -
KJK: Her roja dîlgirtina Rêbertî ji azadiya me diçe
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got, "Her roja dîlgirtina Rêbertî ji azadiya me ya gelan û jinan diçe. Her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê." -
ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Milîsên HBDH’ê li Gurgumê li dijî qişlaya leşkerî çalakî kirin
Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a Savaş Maraş li Gurgumê li dijî qişla leşkerî bi ‘tekînkeke taybet’ çalakî kirin. -
Ciwan û jinan serdana dayika Şenyaşar kirin
Ciwanan û jinan serdana Emîne û Ferîd Şenyaşar ên ku ev 23 roje berxwedana xwe didomîne, kirin. Polîsan xwest ku serlêdaniyan asteng bike. -
Olûç: Divê AYM neyên lîstikên desthilatê
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî girtina dozê bang li AYM’ê kir û got: “neyê lîstikan.” -
Dadgeha Destûra Bingehîn îddîanameya li ser HDP’ê îade kir
Dadgeha Destûra Bingehîn di lêkolîna pêşîn a doza li ser girtina HDP’ê de biryara xwe da. -
HBDH'ê li Stenbolê çalakiya sabotajê kir
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê li Stenbolê çalakiyeke sabotajê kirin. -
Gergerlîoglû: Wê berxwedana me bidome
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlementeriya wî hatibû desteserkirin got, “Dibe ku derbarê me biryarên neheq bidin lê me bi berxwedana xwe nîşanî hemû kesan da ku em mafdar in.” -
Sancar: Em ê HDP’ê mezintir bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser qirkirina siyasî û got, “Em ê HDP’ê mezintir bikin.” Sancar diyar kir ku heta edalet û demokrasî pêk neyê ew ê aştî jî pêk neyê. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re dîsa serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku sibe miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Ji ber DAÎŞ’iyên li Rojava derbarê Macron dosyeyek dan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî
Komek parêzer û akademîsyen li hemberî serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ê ku hemwelatiyên xwe yên endamên DAÎŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nestend, dosyeyek dan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. -
Koç: Tecrîd binpêkirina destûra bingehîn e
Parlamenterê HDP'ê Koç diyar kir ku bi tecrîdê re destûra bingehîn tê binpêkirin û bang li hikumeta AKP-MHP'ê kir ku li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere. -
Di Konferansa Sûriyeyê de soza 6.4 milyar dolar a alîkariyê hate dayin
Li Konferansa Sûriyeyê ya Brukselê, ku gelek welat tevlî dibin, li hev hate kirin ku ji bo penaberên Sûriyeyî 6.4 milyar dolar alîkariya mirovî bê dayin. Hate ragihandin ku ev hejmar gelekî kêmî rêjeya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin. -
ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HDP’î bi Serokê MKPE’yê re civiyan
Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi Serokê MKPE Rik Daems re li Meclîsê hatin gelhev. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza rakirina tecrîdê û bikaranîna mafên bingehîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê da. -
Raportorê Destûra Bingehîn ji bo kêmasiyên şêwazê yên îdîanameya HDP'ê red kir
Raportorê Destûra Bingehîn ji bo ku kêmasiyên şêwazê werin temamkirin xwest ku îdîanameya HDP'ê were îadekirin an jî di nav demê de kêmasî werin temakirin. -
Bûldan: A bûyî ne hevdîtin e, irsrara di tecrîdê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmralî û got: “Ev ne hevdîtineke ya telefonê ye . Ev ne hevdîtina malbatê ye, israra di domandina tecrîdê de ye.” Bûldan bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê. -
HBDH’ê li dijî înşaata kalekolê çalakiyek lidar xist
Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH), li Stenbolê li dijî înşaata kalekolê çalakiyek lidarxistin. -
HDP'ê li dijî hikûmeta Elman helwest nîşan da
Hevserokên HDP'ê name ji Wezareta Karê Derve ya Elman re şandin û gotin, ''Em gotinên ku HDP'ê krîmînalîze dikin, red dikin.'' -
Ji bo Şengalê name ji civaka navneteweyî re hate nivîsandin
29 partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo Şengalê name ji Wezîrên Karên Derve yên DYE, Fransa, Elmanya, Iraq û Îngilistanê, her wiha ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re şandin.