ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Nobeda Edaletê' ya HDP'ê wê li Navenda Giştî ya partiyê dewam bike
Nobeda Edaletê ku piştî desteserkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû û doza girtina HDP'ê dest pê kir, wê li Navenda Giştî ya HDP'ê dewam bike. -
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ji bo Şengalê bang li gelê Kurd û dostan kirin
"Em bang li gelê xwe yê Êzdî, tevahiya gelê Kurd û dostan dikin, ku her deverê bikin qada berxwedan û nerazîbûnê nîşanî konsepta nû ya şer û dagirkeriyê bidin ku Bexda, Enqere û Hewler li dijî gelê me û hêza wê ya parastin û ewlekariyê pêş dixin." -
ROJEVA 23'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Bi îdîaya heqaret li ‘Erdogan’ kiriye 3 sal û 6 meh ceza dan Demîrtaş
Bi îdîaya heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye, 3 sal û 6 meh ceza dan Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş. -
Ciwan û zarokên tevlî Newroza Konya bûn destgîrkirin
11 ciwan û zarokên ku xwestin tevlî Newroza Konyayê bibin, hatin destgîrkirin. -
HBDH’ê li Mêrsînê ocaxa nijadperestên faşîst şewitand
HBDH’ê li Mêrsînê ocaxa nijadperestên faşîst şewitand û diyar kir ku wê tu sûcî bêceza nehêlin. -
HDP ji bo Gergerlîoglû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dide
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû yên ku parlamenteriya wî hatiye desteserkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dide. -
Hevserokên HDP'ê spasiya beşdarên Newrozê kir
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar gotin, "Em spasiya bi milyonan mirovî dikin ên daketin qada Newrozê" û diyar kirin ku dengê azadî û aştiyê bi rengê herî xurt hate berzkirin. -
Vê carê jî teblîxata 'teslîm bibe' ji Gergerlîoglû yê HDP'î re şandin
Vê carê jî teblîxata "teslîm bibe" şandin ji Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î re ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dest danî ser wekîltiya wî. -
Li Enqereyê dema girtîmayina 10 kesî hate dirêjkirin
Dema girtîmayina 10 kesan ku rêveberên HDP'ê jî di nav de ne û roja Înê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, hate dirêjkirin. -
Newroz li Sydneyê hate pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdan tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. -
Ji bo hevdîtina bi lezgîn a bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate xistin
Ji bo hevdîtina bi lezgîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdanên nû hatin kirin. -
HBDH: Baran Serhat di têkoşîna me ya şoreşa yekgirtî de dijî
Komîteya Rêveber a HBDH’ê Endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê û Endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Baran Serhat bi bîr anî. Serhat du sal berê di sûîkasta dewleta Tirk de şehîd bûbû. -
Li Toronto û Lavrîoyê pîrozbahiyên bi coş ên Newrozê
Li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
ROJEVA 22'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kudistan, Tirkiye û cîhanê. -
Êşkence li destgîrkiriyên li Amedê hate kirin
Li Amedê zarokek yek salî destgîr hiştin û êşkence li ciwanek astengdar kirin. -
Borsaya Asyayê vebû lîrayê Tirk hilweşiya
Îşev bi vebûna borsayên Asyayê re lîrayê Tirkan li hemberî dolar hilweşiya. Dolarak bû 8.39 dolar. -
Li Amedê bi sed hezaran kesan Newroz pîroz kirin
Ligel êrîş û astengiyên polîsên Tirk bi sed hezaran kesan li Amedê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin û xwedî li girtiyan û HDP’ê hate derketin. -
Di pîrozbahiya li Bûrsayê de xwedî li HDP’ê hate derketin
Li Bûrsayê hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de hatin gel hev. Di pîrozbahiyê de xwedî li HDP’ê derketin. -
Li Mûş û Bedlîsê pîrozbahiyên Newrozê: HDP gel e!
Cejna Newrozê li Mûş û Bedlîsê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate pîrozkirin. -
Newroza li Êlih û Sêrtê: Silav ji Îmraliyê re
Li Sêrt û Êlihê di pîrozbahiyên Newrozê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam û girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin. -
Li Bazîdê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji berî û piştî pîrozbahiyê ciwan meşiyan. -
Li Edeneyê deh hezaran li dijî faşîzmê peyama berxwedanê dan
Deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê ya li Çûkûrovayê bûn. Li Edeneyê li dijî faşîzmê serkeftina gelan hate balkişandin. Di heman demê de li Hatayê jî peyama berxwedanê hate dayîn. -
Li Cizîr, AgirÎ û Dîlokê Newroz hate pîrozkirin
Li Cizîr, AgirÎ û Dîlokê bi tevlêbûna deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. -
Li bajarên Egeyê agirê Newrozê geş bû
Cejna Newrozê li bajarên Egeyê jî bi coş hate pîrozkirin.