ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êşkenceya polîsan a li hemberî rojnamevanan: Êrîşa fîzîkî û ferzkirina lêgerîna tazî
Rojnamevan Elfazî Toral behsa tundiya polîsan di dema ku nûçe dişopand de kir û got, “Gelek caran kulm li dilê min xistin, bi pihînan êrîşî min kirin û lêgerîna tazî li ser min hat ferzkirin." -
Ayşegul Dogan: Kurtenavê partiya me 'DEM Partî' ye
Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan diyar kir ku kurtenavê partiya wan wê 'DEM Partî' be. -
Leşkeran careke din êrîş birin ser karkerên li Rihayê
Karkerên Ozak Tekstîlê li dijî zext, mobbîng û avêtina ji kar li Rihayê 15 roj in di çalakiyê de ne. Leşkeran cara duyemîn êrîş birin ser karkeran û gelek karker binçav kirin. -
KNK'ê têkildarî hilbijartinên Iraqê banga tevlîbûnê kir
KNK'ê têkildarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê banga tevlîbûnê li gelê Kurd kir. -
ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Mitînga Rêxistinên Elewiyan: Em ê rê nedin tarîtiyê
Rêxistinên Elewiyan bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke mirovane û Tirkiyeya demokratîk” li Kadikoyê mitîng li dar xistin. Di mitîngê de peyama “Em ê rê nedin tarîtiyê” hat dayîn. -
Li 4 bajaran Nobeta Edaletê didome: Daxwaza me azadî û demokrasî ye
Xizmên girtiyan li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê Nobeta Edaletê didomînin. Di çalakiyan de, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. -
Rêxistinên mafên mirovan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirin
Bi wesîleya Roja Mafên Mirovan li gelek bajarên Tirkiyeyê daxuyanî hate dayin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga têkoşînê hate kirin. -
Şehîdên 10'ê Cotmehê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 98'an de ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, "Em ê nehêlin ku 10'ê Cotmehê bê jibîrkirin." -
Li Zongûldakê ji ber hezazê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Zongûldakê ji ber barana zêde hezaz çêbû û jinek û kurê wê di bin xirabeyan de mabûn. Di encama lêgerînê de cenazeyên herduyan hatin dîtin. -
Nejbîr Sêrt: Em xwedî li berxwedana girtiyan derbikevin, hêza me ya serketinê heye
Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Nejbîr Sêrt got: “Hêza me heye ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd zemînê çareseriyê ava bikin” û bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin. -
Şahîn: Narkotîk bi zanebûn li bajarên Kurdan tê belavkirin
Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn ragihand ku madeyên narkotîk bi zanebûn li bajarên Kurdan têne belavkirin û got, ciwan ji bo narkotîkê têne teşwîqkirin û bi vî rengî ji sekna polîtîk têne dûrxistin. -
Kuçukbalaban: Bi diyalogê çareserî dikare pêk were
Hevserokê ÎHD'ê Kuçukbalaban bal kişand ser maliyeta aborî, siyasî û mirovî ya şerê hikumeta Tirk ku ji sala 2015'an ve dimeşîne û got, halbûkî mesele dikare bi diyalogê bê çareserkirin. -
ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hatimogûllari: Em ê teqez bi ruhê şoreşgerî û welatparêzî bi ser bikevin
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatimogûllari şêniyên Îkizkoyê yên li Mûglayê li hemberî kana madenê li ber xwe didin ziyaret kir û li Aydinê jî bi ciwanan û gel re hat cem hev. -
Di Nobetên Edaletê de banga xwedîderketina çalakiya girtiyan hat kirin
Kesên tevlî Nobetên Edaletê yên li 4 bajaran bûn, bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkevin û gotin, "Şikandina tecrîdê bi berxwedanê re pêkan e." -
Rewşa girtiyên nexweş Ozel, Yildirim û Bayram giran e
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Erdal Ozel, Abdulbarî Yildirim û Mehmet Bayram giran e. -
Çalakiyên ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê, dewam dikin
Ji bo xwedî derketina li berxwedana Dayikên Şemiyê, li gelek bajaran çalakî dewam kirin. -
Dayikên Şemiyê: Em ê ti carî dest ji vê têkoşînê bernedin
Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa ku berî 31 salan di bin çavan de hatin qetilkirin, edalet xwestin. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bû. -
ÎHD û rêxistinên hiqûqê: Tecrîd rêya çareseriyê asteng dike
ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tecrîd di heman demê de pirsgirêka Kurd kûr dike û rêya çareseriyê asteng dike.” -
Ji 733 fezlekeyan 512 li dijî parlamenterên HEDEP’ê ne
Ji 733 fezlekeyên ku bi daxwaza rakirina parêzbendiya wan ji Meclisê re hatin şandin, 512 derbarê parlamenterên HEDEP’ê ne. -
Ûysal: Bendemayîna rapora Tiba Edlî ya Kaya li dijî hiqûqî ye
Parlamentera HEDEP'ê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan got ku ew qebûl nakin ku kesekî ji sedî 93 astengdare û hewcedariya wî bi lênêrînê hebe bi mehan di girtîgehê de li benda raporê bêhiştin. -
Karakûm: Rayedarên darazê êşkencekaran diparêzin!
Emîr Karakûm diyar kir ku dozger bi hinceta “ewlehiya girtîgehê wê were binpêkirin” qeydên kamerayên êşkenceya ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê lê hatiye kirin nedane wî û got: “Rayedarên darazê êşkencekaran diparêzin.” -
ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bi dronan êrîşî baregeha DYE ya li Hewlêrê hate kirin
Hate hînbûn ku bi dronan êrîşî barega leşkerî ya hêzên DYE’ê ya li Herîr a bi ser Hewlêrê hatiye kirin. Her wiha hate ragihandin ku li Hesekê baregeheke leşkerî ya DYE’yê hatiye hedefgirtin.