ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rewşa girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat giran dibe
Rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Seyfettîn Demhat giran dibe. Ji malbata Demhat Şengul Marti diyar kir ku dewleta Tirk li girtîgehan sûc dike û têkildarî çalakiyên ji bo girtiyên Kurd têne lidarxistin banga piştgiriyê kir. -
ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
EŞÎK’ê banga hilbijartinên herêmî kir: Em nûnertiya wekhev dixwazin
EŞÎK diyar kir ku sedî 50 ji wan namzetên hilbijartinên herêmî divê jin bin û ev bang kir, ‘’Em namzetên ku wekheviya zayendî û di rêveberiyên herêmî de nûnertiya wekhev ji xwe re dikin armanc dixwazin.’’ -
Li Trabzonê li dijî karkerên bi Kurdî axivîn êrîşa nijadperestî
Karkerên Kurd ên înşaetê yên li Balafirgeha Trabzonê dixebitin, dema ku di nava xwe de bi Kurdî diaxivîn rastî êrîşa nijadperestî hatin. -
Partiya Çepên Kesk ji nû ve avakirina xwe ragihand
Partiya Çepên Kesk ku HDP ji lîsteyên wê ket hilbijartinê, ji nû ve avakirina xwe ragihand. -
Ji derhênerên belgefîlma 'Bakur' re salek û 13 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Bi boneya belgefîlma “Bakur“, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 13 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû û derhenêr Çayan Demîrel hat birîn. -
Rojnamevan Sedat Yilmaz ji girtîgehê derket
Rojnamevan Sedat Yilmaz piştî biryara berdanê, ji girtîgehê derket. -
Li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de 3 ciwan hatin binçavkirin
3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ji aliyê polîsên Tirk ve di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Tulay Hatîmogûllari:Berî ku rewş xirabtir bibe divê tecrîd rabe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de axivî û got, “Dixwestin Kurdan tine bikin, lê nekarîn.” Tulay Hatîmogûllari xwest demildest tecrîd bê rakirin. -
Çalakiyên Nobeda Edaletê li gelek bajaran dewam dikin
Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" li gelek bajaran çalakiyên Nobeda Edaletê dewam dikin. -
Sedat Yilmaz bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hat berdan
Rojnamevanê girtî Sedat Yilmaz bi biryara qedexeya derketina derveyî welat serbest hate berdan. -
DEM Partî: Mûçeyê kêmtirîn nabe kêmî 25 hezar TL'yî be
Ji Komîsyona Polîtîkayên Ked û Civakê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag Karahali diyar kir ku mûçeyê kêmtirîn herî kêm divê 25 hezar lîre be û li ber budçeya şer rabû. -
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên nû kirin. -
Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Bila gelê me bikeve nava tevgerê
Girtî Dilgeş Yaşar ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got, "Gelê me ji her demê bêhtir divê bikeve nava liv û tevgerê û xwedî li vê çalakiyê derkeve." -
RSF: Di sala 2023'an de 45 rojnamevan hatin qetilkirin
Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas di sala 2023'an de 45 rojnamevan hatin qetilkirin, 54 rojnamevan jî hînê dîlgirtî ne, 84 jî winda ne. Li Tirkiyeyê 43 rojnamevan hatin girtin. -
Rewşenbîrên Ereb: Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan rabe
Rewşenbîrên Ereb diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyeke mayînde ye û bang li her kesî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan rabin ser piyan. -
Wekîla Partiya Karker Kaliyanda jî tevlî kampanyayê bû
Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya 'Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê' bû û beşek ji pirtûka Davîd Graeber xwend. -
ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevdîtina Dem Partî û CHP: Pêwîstî zêdetir bi diyalogê heye
Di hevdîtina Dem Partî û CHP’ê de peyama, “Pêwîstiya me zêdetir bi danûstandin û diyalogê heye” hat dayîn. -
Li Stenbolê li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê dest pê kir
Xizmên girtiyan bi pêşengtiya MATUHAYDER’ê li dijî tecrîda Îmraliyê li Stenbolê starta Nobeta Edaletê dan. -
Naîf Guneş ê HEP’î jiyana xwe ji dest da
Parlamenterê berê yê HEP’ê Naîf Guneş jiyana xwe ji dest da. -
Nobetên Edaletê: Em bi yekîtiyê dikarin tecrîda Îmraliyê bişkînin
Di nobetên Edaletê hat diyarkirin ku tecrîda Îmraliyê krîzên li welêt zêdetir dike û ev peyam hate dayîn: “Em bi yekîtiyê dikarin tecrîda Îmraliyê bişkînin.” -
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel serdana DEM Partiyê kir
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel serdana hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari kir. -
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jî tevlî greva birçîbûnê bûn
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ragihandin ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. -
Li Nîgdeyê kuştina li ser kar: 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyî ya li Nîgdeyê, ji 3 karkerên ketin hundirê tanka kîmyewî ya febrîqeya gazozê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan.