ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Freîbûrgê panela 'NA'
Parlamentera HDP'ê Hezer li panelek li ser referandûma 16'ê Nîsanê axivî û diyar kir, ku ew li dijî zîhniyeta tekparêz a sed salî têdikoşin. -
Êrîşa PDK-AKP'ê li Hannoverê hat şermezarkirin
Êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê, ku li Xanesorê gule li xwepêşandêrên sivîl reşandin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve hat şermezarkirin. -
KNK: Divê berpirsyarên êrîşa li Şengalê bên darizandin
KNK'ê êrîşa duh a çekdarên PDK'ê ya li Şengalê bi tundî şermezar kir û got, kesên çek li hemberî gel bi kar anîne û yên fermana êrîşê dane, divê werin girtin û darizandin. -
Altmaîer: Hatina Elmanyayê dikare li payebilindên AKP'ê bê qedexekirin
AKP, krîza bi Hollandayê re ji bo propaganda refearndûmê ji her alî ve bi kar tîne. Hikûmeta Elmanyayê jî hişyarî da, ku hatina vî welatî dikare li siyasetmedarên payebilind ên AKP'ê bê qedexekirin. -
Sûriye: Tirkiye komên terorîst fînase dike, NY çima bêdeng in?
Heyeta Sûriye ya NY’yê, diyar kir ku Tirkiye li ser xaka Sûriyeyê komên terorîst fînanse dike û got: “NY çima dagirkerina Babê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve nabîne.” -
Li Stenbolê êrîş avahiya HDP’ê hate kirin
Li Taxa Yeşîlkent li dijî Nûnertiya HDP’ê ya Avcilarê ku amadekariyên xebatên referandûmê dihatin kirin, ji aliyê faşîstan ve êrîşek hate lidarxistin. -
Doza Mûsa Anter hat taloqkirin
Rûniştiana doza Mûsa Anter hatkirin. -
Hollanda bersiv da Erdogan: Derewekî bê exlaqî ya dîrokê ye
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte,bersiva gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan a “Em Hollandayê û Hollandiyan ji qetlîamên Srebrenîtsayê nas dikin” da û got: “Derewekî bê exlaqî ya dîrokê ye.” -
Însyatîfa Rojnamegerên Azad, PDK şermezar kir
Însyatîfa Rojnamevanên Azad, li Şengalê hedefkirina rojnamevanan a ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir. -
Çeteyên Tirkan gef li Hollandayê xwar
Çeteyên Tirk ên ku bajarokê El Bab ê Sûriyeyê dagirkirin, gef li Hollandayê xwar in. Çeteyan bi amadekirina videoyekê nerazîbûn li dijî hikûmeta Hollanda nîşanda ku destûr nada xebatên dengê 'erê' ya desthilatdariya AKP'ê. -
Vekirina bûroyê ya AKP’ê bû fiyasko
Li Wanê AKP’ê ji bo xebatên referandûmê li kolana herî qelebalix bûroya hilbijartinê vekiribû, li gel xebatên bi heftiyan e jî hêviya xwe nedît. -
Sema Ramazanoglû bê ku civîn lidar bixe reviya!
Wezîra Malbatê ya berê ya AKP'ê Sema Ramazanoglû, bê ku beşdarî civîna ku plandikir li Emerîka lidar bixe, reviya. -
KCD: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya komkuj biqere
KCD’ê êrîşên çeteyên AKP/PDK’ê yên bi ser Êzdiyên Şengalê, şermezar kir. -
Nerazîbûna Wekîlên HDP’ê ya ji bo Balûken hate redkirin
Nerazîbûna ji bo girtina Parlemeterê HDP’ê Îdrîs Balûken, ji aliyê 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê ve hate redkirin. -
Baydemîr: Bila ti gumanên we nebe, wê têk biçin!
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna partiya xwe ya heftane de axivî û got; "Hêza zilmê wê li dijî hêza gel bi teqez têk biçe." -
MŞD: Em ê hesab ji dagirkeriya PDK-AKP'ê bipirsin
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), êrîşa îro ya çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê li dijî Êzidiyên sivîl kir, bi tundî şermezar kir. MŞD'ê got, "Roj roja xîret û seferberiyê ye" û bang li tevahiya gelê Kurd kir. -
'Li dijî dîktatoriya Erdogan divê dengê NA bi ser bikeve'
Li panela Hannoverê hate gotin, li dijî dîktatoriya Erdogan divê ‘NA’ bi ser bikeve. Li panelê li ser navê Dîe Lînke Jelpke axivî û got, divê kampanya were xurtkirin. -
Li Sêrt û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî
Li Sêrtê du rêveberên HDP’ê û li Edene jî kesek hate binçavkirin. -
Sariyildiz: Ji bo pêşî li komkujiyên nû bê girtin, em bibêjin 'NA'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz, ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, bang li her kesî kir ku bibêjin 'NA'. -
Hemû mirovahî divê li dijî yên Şengalê dagir dikin derkeve
PDK bi mebesta ku vîna Êzîdiyan bişkîne û wan bipirnisîne êrîş bi ser Şengalê de bir. PDK dixwaze weke berê ew her çi bixwaze Êzîdî jî wê bikin. Êzîdî di mêjûyê de tim bi fermanan re hevrû bûne. -
NY: YPG û QSD'ê ti binpêkirin li Bakurê Sûrî nekirine
Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî, rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan li Sûrî eşkere kir û got, "YPG û QSD'ê ti binpêkirin nekirine." -
Di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de çalakî hatin lidarxistin
Endamên Ciwanên Azad, li Bern, Bîelefeld û Bregenzê, di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de çalakî lidar xistin. -
Kurdistaniyê bi navê Hacî Cîdan ê li Bensheîmê bû, jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd ê bi navê Hacî Cîdan, ku li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê bû, jiyana xwe ji dest da. -
3 girtiyên nexweş li ber mirinê ne
3 girtiyên bi nexweşiyên giran ên li Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê tên girtin, ji ber ku li hucreyên şexsekî hatine bicihkirin, rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj giran dibe. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Rojava ne
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê Kurdên Rojavayî yên ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatine tê girtin.