ROJANE
Hemû Nûçe
-
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê di roja 16. de ye
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrneyê di roja 16. de ye. Çalakî bi rengekî bêdem-bêdorveger didome. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dikevin greva birçîbûnê
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, qedandina binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û bidawîkirina şewitandin û xerakirina gundan, dikevin greva birçîbûn. Çalakî wê bi dorvegerî pêk were. -
Erdogan ji bo neyê darizandin dixwaze dîktatoriya xwe ava bike
Hevserokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan Hasan Alici diyar kir, Erdogan ê ku karên ne li rê kiriye û piştgiriya DAIŞ'ê kiriye, ji bo neyê darizandin dixwaze dîktatoriya xwe bi rêya destûra bingehîn a nû ava bike. -
'Ji bo careke din zarok neyên kuştin, dibêjim NA'
Di 3. salvegera kuştina Berkîn Elvan de bav Samî Elvan ji ANF'ê re axivî û diyar kir, bi gilînameyê re hewl tê dayîn, kurê wan ê hatiye kuştin sûcdar bê nîşandan. -
Komîserê NY’yê vê carê pir tûj axivî: Wê demê deriyan vekin
Komîserê NY’yê Zeîd, li dijî nûnerê Tirkiyeyê ku dibêje ‘Li welatê me îxlalkirina mafan nîne’ pir tûj axivî û got: “Wê demê deriyên xwe ji NY’yê re vekin, berovajî vê îxlalên mafan ên di raporan de ne, hew red bikin.” -
Ji heyeta navneteweyî ji bo HDP’ê: Nûn bi tenê namînin
Heteya navneteweyî ya ku doza Yuksekdag dişopandin wiha gotin: “Divê Tirkiye li gorî standarat demokrasiyê bi rê ve biçe.” Peyama: “Di wê baweriyê de bin ku em li pişt we ne. Hûn bi tenê namînin.” dan. -
Malbatên Roboskî banga yekîtiyê li jinan kir
Malbatên Roboskî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Di çalakiyê de bi boneya 8’ê Adarê bang li hemû jinan kirin û gotin:”‘Çawa êşê me hevpar e, divê têkoşîna me jî hevpar be.” -
Şerê li Cezrayê belav dibe
Şerê di navbera şervanên Odeya Çalakiyan û çeteyan ya li gundê Cezra ya li rojhilatê Reqayê derketî, li hemû qadê belav bû. -
Li Amed û Enqerê binçavkirin
Li Amedê 4 û li Enqerê jî 8 kes di çarçoveya pêkanînên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin. -
Yuksekdag: A girîng berxwedan e
Hevseroka HDP’ê Yuksekdag got: ‘’Heke ne ji berxwedanê bûya civaka Tirkiyeyê gavekê jî bi pêş ve nediçû. Ji bo min a girîng berxwedan e’’ -
Swîsreyê jî destûr neda AKP’ê
Piştî Elmanya û Hollandayê û şûnde Swîsreyê jî destûr neda AKP’yiyan. Aktivîteya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû ya li Swîsreyê jî hate betalkirin. -
Li Girtîgeha Edîrneyê rewşa 6 girtiyan pir xirabe
Li Girtîgeha Edîrneyê ji giritiyên ku ketibûn gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger rewşa 6 girtiyan her ku diçe xirab dibe. -
HDP: Dozgerên daraza bilind nehiqûqî asayî kirine
HDP’ê bal kişande ser teblîgateke têkildarî Yuksekdag û diyar kir dozgerên daraza bilind ji rayeyên xwe bihurîne û nehiqûqî asayî kirine. -
Di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li derveyî welat banga ‘NA’
Di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li derveyî welat ji bo referandûmê ku dîktatorî wê were dengdan banga ‘NA’ hate kirin. Jinan bal kişandin ser giringiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd a li ser mijara azadiya jinê. -
MŞD'ê ji bo çalakiyên li Berlîn û Brukselê banga tevlîbûnê kir
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK'ê bang li Kurdistaniyan, bi taybetî civaka Êzidî kir, ku tevlî çalakiyên 10'ê Adarê bibin. -
Ên ku Komkujiya Garê şermezar kirin ji dibistanê hatin dûrixstin!
Xwendekarên ku ji ber Komkujiya Garê şermezar kirine, ceza xwarine ev heftiyeke bi kampanyaya ‘em dûr nakevin’ li ber xwe didin. -
Ji bo hevşaredarên girtî li Ewropayê kampanya dest pê dike
Di civîna Yekîtiya Şaredariyên Ewropayê de, ku Hevserokê DBP'ê Yuksek jî lê amade bû, biryar hat dayîn ji bo azadiya hevşaredarên girtî kampanya bê destpêkirin. -
Ji bo Bayram Taşpinar li Goteborgê serdanên sersaxiyê hatin kirin
Ji bo welatparêzê Kurd Bayram Taşpinar, ku rjoa 4'ê Adarê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Goteborg ê Swîsreyê serdanên sersaxiyê hatin kirin. -
Konferansa 3. a li ser nêrînên Ocalan wê di 14'ê Nîsanê de pêk were
Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina ya Nû" wê di navbera 14-16'ê Nîsanê de li Hambûrgê bê lidarxistin. -
Li Iraqê, du êrîş li dawetekê hatin kirin: 23 kes mirin
Li cihekî nêzî bajarê Tîkrît ê Iraqê, di dema dawetekê de du êrîşên xwekujî hatin kirin. Hat ragihandin, ji ber van êrîşan herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
PDK li Lûzernê hat şermezarkirin
Li Kantona Lûzern a Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li Şengalê hatin şermezarkirin. -
Danûstandinên Cenevreyê di 23'ê Adarê de ji nû ve dest pê dikin
Danûstandinên Cenevreyê, ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de heta niha 4 caran hatin lidarxistin, lê ti encam jê derneket, hat ragihandin ku wê di 23'ê Adarê de ji nû ve dest pê bikin. -
Di mîtînga Çavûşoglû de rojnamevanê Elman hate derbkirin
Hat diyarkirin ku li mîtînga duh a Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû ku li Hambûrgê lidar xist, rojnamevanekî Elman hate derbkirin û gefkirin. -
Şervanan Girê Menxer ê stratejîk rizgar kirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li rojhilatê bajarê Reqayê, girê Menxer ê stratejîk ji çeteyan rizgar kirin. -
Komîserê NY’yê: Li Başûrê Rojhilat binpêkirinên mafan ên giran hene
Komîserê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra’ad Al Husseîn rexneyên giran li Tirkiyê anî û got, "Li Tirkiyê binpêkirinên mafê mirovan her ku diçe girantir dibe. Li Başûrê Rojhilat binpêkirinên mafan bi rengekî me aciz bikin dewam dike."