Heyeta navneteweyî ya ku doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate desptêkirin bûn, li gel heyeta HDP’ê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyek dan.
KERRESTECÎOGLÛ: EM BIRYARÊ NAS NAKIN
Di destpêkê de Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû mafê axaftinê girt û wiha got:
“Bi nivîsekî ji Serdozgeriyê hatî şandin endamtiya Fîgen Yuksekdag hate betalkirin. Ev biryar enceq ji aliyê gelê me û partiya me ve bê dayîn. Biryara Dadgeha Bilind a bi vî rengî nîne. Di xwazim di serî de bînim ziman ku em vê biryarê nas nakin, qebûl nakin, ji niha û şûnde jî serlêdanên xwe yên di rêyên hiqîqî de bidomînin.
Spasiya dostên xwe yên niha li vir amade ku ji bo piştgiriya me hatine dikim. Doza birêz Fîgen taloqî 11 Nîsanê hate kirin. Wisa xuya dike ku beriya referandûmê ceza lê bibirin. Hincetên taloqkirina dozê dide nîşandan ku ji derveyî propagandayê ti dozên din nîne. Em carekî din dibêjin ku Fîgen Yuksekdag vîna me û gelê me ye, bi dengê bi milyonan kesî ji bo hevserokatiya giştî hatiye hilbijartin, biryarekî bi vî awayî enceq ji aliyê gelê me ve divê bê dayîn.”
‘DIVÊ TIKIYE LI GORÎ STANDARTÊN DEMOKRASIYÊ TEV BIGERE’
Parlemeterê Partiya Keske-Sor ê Danîmerkayê Jakob Solvhoj jî wiha got:
“Hatina me ya vir hem ji bo rewşa li Tirkiyeyê diqime em bifikar û metirîsdar dibîni û hem jî pêvajoya ku tê meşandin di cih de bibînin û bidin nîşandan ku ev yek nayê qebûlkirin li vir in. Me îro ev dît; doza darezandina Birêz Yuksekdag tenê di çarçoveya îfadeya azadiyê de ne. Hevserokên Giştî yên HDP’ê, ji ber ku mafê azadiya îfadeyê bikar anîne, ji bo aştî û demokrasiyê axivîne tên darezandin. Li pêşiya me pêvajoyekî girîng a referandûmê heye. Ev referandûm ji bo Tirkiyeyê pir girîng e. Wisa xuyad dike ku hikûmet ji bo muxalefetê bêdeng bike serî li her rê û rêbazê dide û tişta ji destê jî tê dike. Em hatine vir bêjin hikûmeta Tirkiye dawî li van darezandinan û cezakirina bînin.
Ne tenê tenê partiya ku ez temsîl dikim, li Parlemtoya Danîmarkayê hikûmeta Danîmarka jî diyar dike ku divê Tirkiye li gorî standartên demokrasiyê tevger bike, didin diyar kirin ku vê bi bîra Tirkiyeyê bînin. Peyama me ji bo hikûmetê ev e, di heman demê de jî sozekî me ji bo dostê me yên HDP’ê û Tirkiyeyê hebû hatin. Em Partiya Îtifak a Keske Sor û Partiyên Çep ên Ewropayê, em piştgiriyê didin têkoşîna we ya ji bo demokrasiyê. Di wê baweriyê de bin ku em li pişt we ne. Hûn bi tenê namînin.”