Yuksekdag: A girîng berxwedan e

Hevseroka HDP’ê Yuksekdag got: ‘’Heke ne ji berxwedanê bûya civaka Tirkiyeyê gavekê jî bi pêş ve nediçû. Ji bo min a girîng berxwedan e’’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji ber axaftina xwe ya 15’ê Sibata 2015’an a Saraçhanayê kirî, ku salvgere Komploya Navdewletî de ya li dij Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, bi rêya SEGBÎS’ê li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’’ kiriye îfada xwe da.

YUKSEKDAG: A GIRÎNG BERXWEDAN E

Yuksekdag di îfadeya xwe de got: ‘HDP partiya jinan e. Partiyeke wiha ye ku di hemû dezgehên wê de jin û mêr xwedî heman mafî ne. Ev vê deyndarî têkoşîna azadiyê ya jinê ne. Di dîroka Tirkiyeyê de cara pêşî bi sîstema hevseroktiyê saziya lîdertiya siyasî ji temsîla jinê re vebû. Saziya hevseroktiyê mafek e ku hatiye bidestxistin. Her operasyoneke bi ser min de êrîşa bi ser temsîla wekhev a jinê de ye.

Rastiyeke dî jî berxwedan e. Heke ne ji berxwedanê bûya civaka Tirkiyeyê gavekê jî bi pêş ve nediçû. Em xwe weke hêza azadiyê ya Tirkiyê dibînin. Di şexsê HDP’ê de ev hêz tê darizandin.’’