Êrîşa PDK-AKP'ê li Hannoverê hat şermezarkirin

Êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê, ku li Xanesorê gule li xwepêşandêrên sivîl reşandin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve hat şermezarkirin.

Girseya gel saet di 18:00 de li stasyona trenê ya navendî ya Hannoverê li hev civiyan û xiyaneta PDK'ê û hevkariya bi AKP'ê re şermezar kir.

Çalakgeran hêrsa xwe ya li dijî PDK û AKP'ê bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Barzanî-Erdogan", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bijî Serok Apo" nîşan dan. Di çalakiyê de berxwedana Şengalê û Rojava hat silavkirin.

Çalakgeran bang li her kesî kirin, ku li dijî terora PDK-AKP'ê rabin ser piyan.