ROJANE
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe."
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Hemû Nûçe
-
-
Sariyildiz ê HDP’yî li Parlamentoya Swêdê ye
Faysal Sariyildiz ê HDP’yî li Parlamentoya Swêdê hin têkiliî danîn. Parlementerên ku Sariyildiz bi wan re rûniştî diyar kirin ku li dijî dîktatoriya Erdogan ew ê li pişt HDP’ê bin.
-
-
-
Taşdemîr: 16’ê Nîsanê em ê azadiyê diyarî bikin
Taşdemîr piştî rûniştina Konca a HDP’yî daxuyanî da û got, dadgeh bi dîrektîfa AKP’ê biryaran distînin û got, ‘’16’ê Nîsanê em ê ji vê sîstema zordar e bibêjin, ‘NA’ û azadiyê diyarî bikin’’.
-
-
Operasyonên Newrozê didomin
Li gelek bajaran beriya Newrozê operasyonên qirkirina siyasî berdewam kirin. Li Riha û Aydinê gelek kes hatin binçavkirin, li Semsûr û Mereşê jî 8 kes hatin girtin.
-
Riya ji rizgariya rejîma tirsê, rêxistinkirina ‘NA’yê ye
Karmendên ku bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan (BHQ) hatin îxrackirin, diyar kirin ku heke di referandûma 16’ê Nîsanê de ji sindoqan ‘Erê’ derkeve dê pêkutî û bêhiqûqî zêdetir bibe û bang kirin ku divê li hemberî rejîma ‘yek mirov’ em bibêjin ‘Na’.
-
-
-
-
-
-
JI MOP’ê mesaja Newrozê
MOP’ê Newroz pîroz kir û got’’Em bang li gelê xwe, gelan, demokrasîxwazan dikin ku li dijî destûra faşîst, dîktaya yek zilamî û polîtîkaên qirkirinê, di referandûma Tirkiyê de bibêjin, ‘NA’.
-
-
-
Li Parîs û Kolnê xebatên NA
Li paytexta Fransa Parîsê endamên platforma ‘NA’ yê li gel erebane û trampetan xebatan dike, li bajarê Koln ê Elmanyayê jî standên ‘NA’ tên vedan.
-
-
KNK'ê, peyama sersaxiyê ji bo malbata Newşîrwan da
Hevserokên KNK’ê Nîlûfer Koç û Rebwar Reşîd ji ber wefata hevjîna Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî ya îro li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû, peyamekî ya sersaxiyê weşand.
-
-
Li Swîsrê aktivîteya AKP’ê hate betalkirin
Rêveberiya Kantona Swîsreyê, rê nade polîtîkayên faşîst yê AKP û MHP’yîyan. Polîsên Kantona Basel, bernameya ku Federasyona Komaleya Çanda Îslamî ya Tirk ên Swîsreyê dixwastin li bajarê Baselê lidar bixe, betel kir.
-
-
-
-
Swîsreyê daxwaza Erdogan red kir
Odeya Edaletê ya Federal a Swîsreyê daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo kesên ku li dijî wî axaftin kirine, ji aliyê Swîsreyê ve bêne darizandin red kir.