KNK'ê, peyama sersaxiyê ji bo malbata Newşîrwan da

Hevserokên KNK’ê Nîlûfer Koç û Rebwar Reşîd ji ber wefata hevjîna Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî ya îro li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû, peyamekî ya sersaxiyê weşand.

Di peyama sersaxiyê ya Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç û Rebwar Reşîd de wiha tê gotin; "Bi kesereke giran, me wefata Şûle xanim xoşewîsta we bihîst. Em hevxemiya xwe ji we û malbatê re radigehînin û di bêjîn serê we sax be. Ji bo rehmetiyê jî dibêjin giyan û rewan şad û kameran be. Xwedê sebr û selwanê bi de we û cihê wê di biheşta xwe de bike."