ROJANE
Hemû Nûçe
-
Newroz wê li Stenbolê li 3 herêman bê pîrozkirin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê, wê roja 21'ê Adarê li 3 herêman bi rengekî girseyî pêk werin. -
Dikandarên Mersînê: Ji bo demokrasî û xweşhaliya aboriyê 'NA'
Dikandarên Mersînê destnîşan dikin, ku demokrasî nebe wê rewşa aboriyê jî xweş nabe" û dibêjin, ku ew ê dengê 'NA' bidin. -
Operasyonên beriya referandûm û Newrozê: 13 kes hatin binçavkirin
Operasyonên AKP-MHP’ê yên beriya referandûm û Newrozê didomin. Li Riha û Osmaniyeyê 13 kes hatin binçavkirin. -
Okay: Ji bo Tirkiye veneguhere bihara bi xwîn a Ereban, em bibêjin 'NA'
Mamosteya wêjeyê ya teqawitbûyî Atiye Okay destnîşan kir, ji bo Tirkiye venguhere bihara bi xwîn a Ereban a welatên weke Misir, Iraq, Lîbya û Yemenê divê gel di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêje ‘NA’. -
Êzidî wê ji Elmanyayê bimeşin heta Brukselê
Êzidiyên li Ewropayê dijîn, wê ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bimeşin heta paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê. Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, ji bo meşa ku wê sibe dest pê bike, banga tevlîbûnê kir. -
Şervanê YPG'ê Mazlûm Kobanê hat bibîranîn
Şervanê YPG'ê Mecîd Ehmen (Mazlûm Kobanê), ku di sala 2017'an de li Hesekê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê hat bibîranîn. -
Newroz li Stockholmê bi girseyî hat pîrozkirin
Newroz li paytext Stockholmê bi rengekî girseyî û bibeşdariya nûnerên rêxistin û partiyên Swêdî, Kurd, Asûrî-Suryanî hat pîrozkirin. Di pîrovahiyê de Erdogan û hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin. -
Li Osloyê panela li ser dengê 'NA'
Li paytexta Norwêc Osloyê, Platforma NA panelek lidar xist. -
Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê dest pê kir
Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê duh bi şevek li Odense dest pê kir. Heta 25'ê Adarê wê gelemperiya Danîmarkayê çalakî bên lidarxistin. -
Newroz li Parma, Nantes, Înnsbrûck û Lûganoyê hat pîrozkirin
Cejna berxwedanê Newroz li bajarê Parma yê Îtalyayê, bajarê Nantes ê Fransayê, bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Lûgano yê Swîsreyê hat pîrozkirin. -
Çalakiyên 'Kurdistan en Ûrûgûay' dest pê kirin
Li paytexta Ûrûgûay Montevîdeoyê, çalakiyên bi navê "Kurdistan en Ûrûgûay/Kurdistan li Ûrûgûayê ye" dest pê kirin. -
Bayik: Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi dîmen peyamek ji pîrozbahiya duh a Newrozê ya li Frankfûrtê re şand. Bayik got, "Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve." -
Ji polîtîkavana CDÛ ya Elman Klockner peyama Newrozê
CDÛ ya ku li Elmanyaya Federal partiya desthilat e, Cejna Newrozê ya Kurdên li Elmanyayê dijîn pîroz kir, diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên redîkal bi heyranî temaşe dikin. -
Hevserokê HDP'ê yê Gurgumê Mehmet Eren hat girtin
Hevserokê HDP’ê yê Gurgumê Mehmet Eren jî di nav de 3 kesên çend roj berê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Artêşa Iraqê taxên Elkur û Tewafeya yên Mûsilê rizgar kir
Hêzên Iraqê taxa Elkur û Tewafeya yên dikevin navenda Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Bi hezaran kesî li Parîsê Newroz pîroz kirin
Li ber avahiya Sarcelles berbajêr a girêdayî Paytexta Fransa Parîsê, Newroz bi şîara 'Bi teqez em ê serbikevîn' hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. -
Li Newroza Frankfûrtê deh hezaran Amed silav kirin!
Li bajarê Elmanaya Frankfûrtê deh hezaran kesên tevlî pîrozbahiya Cejna Newrozê bûn. Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek axivî û diyar kir ku wê di referandûma de Erdogan û AKP'ê di sindoqan de bifetisînin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên ‘NA’ didomin
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo referandûma diktatoriyê ku wê 16’ê Nîsanê bikeve dengdanê, xebatên ‘NA’yê bi belavî didome. -
Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin
Saziyên Elewiyan, bi daxwaza vekirina TV 10 ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hatibû qepatkirin, cara 24'an li qada Galatasarayê çalakî lidar xistin. -
SYKP’yê li Berlînê standa ‘NA’ vekir
SYKP, li Berlînê xebatê referandumê didomîne. -
Wan wê bersiva referandûmê di Newrozê de bide
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê, xebatên Newrozê bi hevdîtinên gel re didomîn. Berpirsên HDP û DBP'ê bi gel re civiyan û gel vedixwînin mîtînga Newrozê ya roja Sêşemê. -
Mûslîm: Serkeftin û serfirazî wê ya gelê Kurd be
Bi deh hezaran mirov tevlî pîrozbahiya Newrozê a li Frankfûrtê bûn. Di pîrozbahiyê de Hevserokê PYD'ê Salih Mûslîm axivî û diyarkir ku li rêxmê hemû êrîşan jî berxwedanek mezin heye û got: "Bila ti kes mereq neke; serkeftin û serfirazî ya me ye." -
HDP’ê ji hikûmetê re got: Kesên ji Sûriyeyê neke mijara şantajê
Ji ber ku hikûmet penaberan li hemberî Ewrûpayê dike “mijara bazarkirinê” HDP’ê bertek nîşan da. -
'Em rê nadin ku kujer xwe paqij û heq derbêxe'!
Dayikên Şemiyê, Hasan Ocak bibîr anîn. Li ser navê Malbata Ocak Masîde Ocak daxuyanî da û diyarkir ku wê destûr nedin ku kûjer bi şêweyekî paqij û heq xwe derbêxin. -
Kongreya Îslamê ya Demokratîk, banga Newrozê kir
Kongreya Îslamê ya Demokratîk bang kir ku, divê bi giyanê berxwedanê yê mazlûm û gelên bindest, beşdarî li Newrozê were kirin.