ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li 4 Navenda Newroz hate pîrozkirin
Li Ewropayê li gelek navendan Newroz bi çoş û kelecan hete pîrozkirin. -
MBÛ: Em Newroz gelê Kurd pîroz dikin
MBÛ ya ku têkildarî Newrozê daxuyaniyek da, wiha got: “Ruhê azadiyê yê li Rojhilata Navîn zindî bûyî, ji Geliyê Nînovayê heta Şengal, ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê het Tirkiyeyê, li Kurdistanê jîn daye.” -
Hevserokê HDP’ê yê Mîlasê Kamûran Dogan hat girtin
Hevserokê HDP’ê yê Mîlasê Kamuran Dogan ê 3 roj berê li Mûglayê hate binçavkirin, bi îdîaya "Endamê rêxistinê" hate girtin. -
Meşa Êzidiyan a ji Dûsseldorfê ya ber bi Brukselê destpê kir
Êzidiyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê, ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê, ber bi paytexta Yekîtiya Ewrûpayê Brukselê dimeşin. -
Şervanên Xezeba Firatê El Mehmediyê rizgar kir
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Navenda belavkirina avê ya El-Mehmediyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. -
Tûncel: Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku li girtîgehê rehîn tê girtîn peyamek ji bo Newrozê şand û got: "Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê. Li rexmê hemû zext û zilmê, ji bo avakirina pêşeroja xwe ji nû ve em agirê Newrozê geş dikin." -
YPS: Divê li her derê em ber bi azadiyê ve bimeşin
Di peyama Newrozê de ya ku Koordînasyona Giştî ya YPS’ê belav kir de wiha hate gotin: “Divê li her derê em li ber xwe bidin û ber bi azadiyê ve bimeşin.” -
Newroza li Stenbolê wê li meydana Kartalê bê pîrozkirin
Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand, Newroza li Stenbolê wê sibe li meydana Kartalê bê pîrozkirin û bang li gelê Stenbolê kir, ku tevlî pîrozbahiyê bibe. -
Di bin çavdêriya polîsan de, êrîşa faşîst a li ser xwendekaran
Komeke faşîst a ku ji derveyî zanîngehê hatibû, êrîşî xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enereyê kir. -
Newroza serketinê
Eger Newroz azadî be, nexwe li her derê û her gav tê pîrozkirin û jiyîn. Ti kes jî nikare ji vê re bibe asteng. -
Li Nûnergeha Rojava ya li Swêdê, resepsiyona Newrozê
Nûnergeha Bakurê Sûriyeyê û Rojava ya li Swêdê, do bi beşdariya Hevserokê PYD’ê Salih Muslum, bi resepsiyonekê Newroz pîroz kir. -
Komalên Ciwan: Bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' em têkoşînê geş bikin
Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurd kir, ku dakevin qadên Newrozê û bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' têkoşînê geş bikin. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Kîelê ne
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 248. de ye. Kurdistaniyên ji Kîelê hatine vê hefteyê nobedê digirin. -
Newroz li Hambûrgê hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Hambûrgê bi coş hat pîrozkirin. Bi qasî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya li Wandsbek Martê bûn. -
NCDK li Creîl, Evry û Hîldesheîmê kongre pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li banliyoyên Evry û Creîl ên Parîsê û li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê kongreyên xwe pêk anî. -
Li Girtîgeha Hejmara 2. a Sîlîvriyê îşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Hejmara 2. a Sîlîvriyê, îşkenceya bi kelepçe li girtiyên siyasî tê kirin. Yek ji girtiyên siyasî Mahîr Dogan, dema ku di hevdîtinekê de bi ferek pêlavê derket pêşberî dayika xwe, rewşa li girtîgehê hat fêhmkirin. -
Li ser dengê 'NA' li gelek bajaran panel hatin lidarxistin
Ji bo rabûna li ber sîstema dîktatoriyê ya Erdogan û dayîna dengê 'NA' li gelek bajarên Ewropayê panel û civînên gel hatin lidarxistin. -
KNK: Divê Newroz bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya neteweyî
KNK'ê Newroz li Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û got, "Di vê qonaxa girîng a prosesa têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê." -
NAV-DEM: Gelê me di Newroza îsal de vîna xwe nîşan da
NAV-DEM: Newroza îsal ragihandina vîna gelê me bû. Gelê me bi vê tevlîbûna xurt û bi coş re vîna xwe bi awayekî zelal ji hikûmeta AKP'ê û raya giştî ya cîhanê re ragihand. -
Li bajarê Grazê Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê DKTM-Grazê ve hat amadekirin bi tevlêbûna Kurdistaniyan û dostên wan ve li Grîsenplatzê hat pîroz kirin. -
Li Amsterdamê Şehîdên Komkujiya Helebce hatin bibîranîn
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, kesên ku di komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranin. -
Bayik: Newroza 2017’an wê ji faşîzmê re bibe bersiveke xurt
Bayik diyar kir ku AKP-MHP ji bo Kurdan bûye Deheq û got, Newroza 2017’an wê li dijî mêtingeriyê bibe roja raperînê. -
Cenazeyên 4 Şervanên YPG'ê li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê, Cenazeyên 4 Şervanên YPG'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristanê veşartin. -
Seroka Konfederasyona Swîsreyê Newroz pîroz kir
Seroka Konfederasyona Swîsreyê Dorîs Leûthard peyamek weşand û Newroza gelê Kurd pîroz kir. -
MLKP Rojava Newroz pîroz kir
MLKP Rojava, Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û ji bo geşkirina agirê azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê bang kir.