ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên Erdogan êrîşî wekîlê Partiya Çep kirin!
Parlamenterê Partiya Çep ê Eyaletê Hakan Taş, li paytexta Elmanya Berlînê bû hedefa êrîşeke faşîst. Taş ku bi rexneyên xwe yên li dijî rejîma Erdogan tê naskirin got, 'êrîşkar bi Tirkî dikir qîrînî û jê re digot 'xayinê welêt'. -
'Dikarin belgeselê qedexe bikin, lê nikarin mirovan bêdeng bikin'
Belgesela "Sûr: Ax û Welat" a ji aliyê Hîcran Urun û Zana Kîbar ve li ser 2 salên dorpêçkirina Sûrê hate amadekirin, wê Yekşema bihurî bihata nîşandan, lê belê polîsan bi darê zorê nehişt bê nîşandan. -
Parlamenterê Swîsreyî: Bila Xaça Sor serdana Ocalan bike
Wekîlê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle, fikarên li ser tenduristiya Ocalan xist rojeva Konseya Federal a Swîsreyê. De la Reûssîlle xwest, rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî serdana Ocalan bike. -
Rojeva Rojê
05'ê Kanûn 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş.. -
Li Lyonê aktivîteya piştgiriyê ya bi HDP’ê re
Li bajarê Lyon ê Fransayê Komeleya Kurdistan-Lyon Fransa aktivîteya piştgiriyê ya bi HDP’ê re lidar xist. -
Haşimî yê Kurd bû yekemê cîhanê
Alî Haşimî yê tevlî Şampyoniya Halter a Cîhanê ku li bajarê Anaheîm ê li DYA’yê hate lidarxistin bû, bi rekorekî ku giraniya bi giştî 404 kêlogiraman bû yekemê cîhanê. -
Doza Yuksekdag a li Wanê hate taloqkirin
Di derbarê Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de bi hînceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 3’emîn ya dozê hate kirin. -
Li Yukselê êrîş: 6 kes hatin binçavkirin
Polîsan carek din êrîşî çalakiya ‘em karê xwe dixwazin” a di roja 392’an de kirin û 6 kes hatin binçavkirin. -
Zerrab cara 5’an li dadgehê ye
Di rûniştina doza darezandina sîstema şelandinê ya hikûmeta Tirk û bankayên wê ya ji bo şikandina pêkanînên DYA’yê avakirî , Reza Zerrab ê yekem kesê serkêşiya vê sîstemê dike di rûniştina pêncemîn de hê jî weke şahid îfadeyê xwe didomîne. -
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku bi muwekîlê xwe re hev bibînin lê ev daxwaza cara 710’an ji hêla Serdozgeriya Komara Bûrsayê ve hate redkirin. -
Li Hûmsê ji ber teqînê 7 kes mirin
Li bajarê Hûms ê Sûriyeyê, êrîşeke bombeyî li dijî sivîlan hate kirin. Ji ber êrîşê 7 kes mirin. -
Şêniyên Mûsilê bersiv dane 1001 nameyî
Şêniyên mezintirîn bajarê duyemîn ê Iraqê, Mûsilê bersiv dane bi sedan nameyên ku ji çar hêlên dinyayê ve hatine. -
Kemalbay: Hilbijartina li Bakurê Sûriyeyê cihê serbilindiyê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê da xuyakirin ku hilbijartina li Bakurê Sûriyeyê hat kirin pêvajoyeke demokratîk a cihê serbilindiyê ye. -
Tecrîd li Rûsyayê ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin
Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Danişîna akademîsyenan: Rexneya li dewletê ne sûc e
Daxwaza bereatkirina akademîsyenên ku îmze xwe li Danezana Aştiyê xistin nehate qebûlkirin. Danişîn hate taloqkirin. -
2 roj ma ji doza Demîrtaş re û cihê dozê hate guherandin!
Cihê rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate guherandin. Rûniştin wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were kirin. -
Rêveberiya HDP'ê encamên civîna xwe bi raya giştî re par ve kir
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê encamnameya civîna xwe par ve kir. Di encamnameyê de hate gotin, "Rejîma Erdogan ketiye zaboqekê. Bi hemû hêzên benda civakî re em ê têkoşînê gur bikin." -
Li Skenderûnê bi ala Tirkan êşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê, eşkere bû ku hêzên dewleta Tirk bi zorê hewl dane ala Tirkan bi girtiyan bidin maçîkirin. Girtî dibêjin jiyana wan ewle nîne û bang li raya giştî dikin. -
Li girtîgeha Xarpêtê binpêkirinên mafan
Girtiyê bi navê Alî Gerden ê di Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê de girtiye, diyar kir ku hemû mafên tedawiyê û tenduristiyê tê astengkirin û got ‘Qadên hevpar ên menzelan jî bi kamerayê tên şopandin.’ -
Li 11 gundên Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin
Li 11 gundên Bedlîsê ji îro danê sibehê û pê ve derketina derve hate qedexekirin. -
5 kolberên Kurd ji ber êrîşên rejîma Îranê birîndar bûn
Ji ber êrîşên rejîma Îranê yên rojên dawî, 5 kolberên Kurd birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin. -
Dayîka Xanê ya 95 salî cara 3’emîn li Strasboûrgê ye
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Ocalan di roja 44’emîn de ye. Dayîka Xanê ya 95 salî a ji Bazarcixê cara 3’emîn hat serdana çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê. -
'Divê girtîgehên zarokan bên girtin'
Parêzer Cansû Demîr destnîşan kir ku ji mercên tenduristiyê heta binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, gelek sedem ji bo girtina girtîgehên zarokan hene. Demîr got, bûyerên destdirêjî û mirina zarokan ji Pozanti heta Şakranê, bûyerên tekane nînin. -
Onder: Welat tev tecrîd kirine
Berdevkê heyeta Îmraliyê Onder got, ji ber ku di wexta xwe de îtiraz li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nehat kirin, welat tev hatiye tecrîdkirin û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bide. -
Kalkan: Wê sala 40’emîn bibe sala hevdîtina bi Rêber Apo re
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 40’emîn a PKK’ê wê li ser bingeha azadiyê gavên xurttir werin avêtin û got, “Wê sala 40’emîn bibe sala têkoşîn û azadiyê, bibe sala hevdîtina bi Rêber Apo re.”